Jina femen li pêş Erdoxan xwe rût kir

Koma femen ya Ukraynayî li firokexaneya Sabîha Gökçen xwe rût kir û li dijî Erdoxan xwe tazî kir.
Endamekê koma femînist ya Ukraynayî ku di rojên dawî de li Tunûsê çalakiyên xwe zêde kiribûn vê çarê jî li Tirkiyê û firokexaneya Sabîha Gokçen li ber Erdoxan xwe rût kir û çalakiyek encam da.
Endamê koma femen ya Ukraynayî ji ber bûyerên parka Geziyê Erodxan şermezar kir. Çalakvanê pankarta li ser nivîsandiye ’Erdoxan ji Stembolê derkeve û here Kabîlê’ bilkind kir û xwe rût kir. Çalakvana femen li ser bedena xwe jî nivîsî bû ’Erdoxanê dîktator’.
Piştî vê çalakiyê çalakvana femen li firokexaneyê ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Çalakvan bi Îngîlîzî dirûşma ’Bila Tirkiye azad be’ qêriya. Koma femen beriya niha ragehandibû ku dê li Tirkiyê çalakiyan pêk bihînin.