Jiyana jinên Kurd di kampên Tirkiyê de tune dibe

Jina Kurd bi navê Fehîme Mihemed bi bona vegotina rewşa penaberên rojava, li Stenbolê beşdarî civînekê bû. Jina Kurd ya ku bi çar zarokên xwe ve di kampa ceylanpinarê dimîne bi mebesta vegotina rewşa penaberên rojava li Stenbolê beşdarî civînekê bû û li ser rewşa penaberan ji radyoya dengê Emerîka re axifî.
Li gorî agahî nêrînîn jina Kurd Fehîme jinên Kurdan yên ku ji ber rewşa aloz ya rojava û Suriyê koçber bûyî di nava perîşanî û tunebînekêdene. Fehîme xan diyar kir ku bi taybet jinên Kurd yên di kampên tirkiyê de armanca hemî xirabî û êrîşên cûrbecûr yên derveyî mirovî ne. Jina Kurd Fehîme diyar kir kû hemî barê penaberî û koçberiyê li ser milê jinane û jin jî li hemî deverên ku diçinê de tên perçiqandin û neçarî jiyanekî derveyî mirovî têne kirin. Wekî dîtir hate diyarkirin ku jinên Kurdan bi zewacên ne dirûst û kiryarên xirap ve rûbirû dimînin.
peyvîna Fehîme xan li gel radyoya dengê Emerîka hun dikarin gûhdar bikin