Ka deftera min a telefonê kê dîtiye?…

Ka deftera min a telefonê kê dîtiye?…

Demekî Beşar Esed û Recep Tayîp Erdogan ji hevdu re digotin `bira` û bi malbatî dostanî dikirin. Paşê, demekî dirêj ew tenê bi riya çapemenî didan û distandin û mirov nikare danûstana han wekî `biratî` binav bike. Gelo neyartiya han dê heta hetayê dom bike? Gelo di neyartiya du welatên cîran de rola faktora şexsî çiqas e? Sîyasetzan Stanîslav Tarasov hewil dide ku bersiva van pirsan peyda bike.

Serokwezîrê Tirkiyetyê li ser qedera serokê Sûriyeyê dîsa reşbînîyên xwe yên tûj vereşiya. Gotinên wî, ku ji aliya Ajansa Anatoliyê tên ragihandin, zêdetir dişibin bersiveke bo serokê Sûriyeyê, ku di hevpeyvîna xwe ya di gel çapemeniya Almanî de hişyarî da bû, ku `Tirkiye ji ber piştgirîdana terorîstan li Sûriyeyê dê berdêleke giran bide`.

Ev ne cara pêşîn e ku serokwezîrê Tirk û serokê Sûriyeyê bi ser çapemeniyê re axaftinên tûj ji hevdu re dibêjin. Lê hêj ne hatiye jibîrkirin, ku beriya tenê bi sê salan her du cîran ji hevdu re digotin `bira` û bi malbatî dostanî dikirin. Çapemeniya Tirk heta niha jî bi bîr tîne, ka Esed û Erdogan çawa bi malbatî li başûrê Tirkiyeyê betlaneya xwe derbas dikirin, çawa bi dostanî dûr û dirêj sohbet dikirin û heta planên sîyasî jî çêdikirin. Lê Esma Esed û Emîne Erdogan eynî mîna cîranên nêz, tenê ji bo şorkirinê carna bê mêrên xwe jî diciviyan.

Divê mirov heqê her du jinên cîran bide wan, ji ber ku heta niha jî ew derbarê hevdu de tiştekî xirab nabêjin. Heta ne dûr e, ku eger yek ji wan ji ya din re telefonek bike, dê sohbeta wan jî mumkun e. Lê belê mêrên wan zehmete ku êdî aş bibin. Ji ber ku, li gorî çapemeniya erebî, dema ku Erdogan îsal meha Gulanê serdana Waşîngtonê kiribû wî `daxwazeke şexsî` ji serok Obama kiribû, ku `Esed ji desthilatê bavêje`. Lê wekî em dizanin, daxwaza han ne hat pêkanîn.

Û piştî wê, wezîrê karên derve yê DYA John Kerry serdana Moskowê kir û bi hemkarê xwe Sergey Lavrov re li hev kir ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê mekanîzma `Jeneva-2` bidin destpêkirin. Rêkeftina han li Enqerê bi endîşe hat pêşwazîkirin. Ji hêlekî din jî Esed ji aliya Rojava ve ji bo gotûbêjan êdî wekî partner tê dîtin. Lê, xuyaye, sînyelên han ne gihîştin Enqerê.

Û piştî îmzekirina rêkeftina li ser çekên kîmyewî yên Sûrî ya di navbera Rûsya û DYA de, ku rêkeftina han fîîlen tê wateya mekanîzma çareseriya sîyasî, Erdogan bangawazî kir ku `bi Esed bawer nekin`. Wî di hevpeyvîna xwe ya bo rojnameya Hurriyetê de careke din serokê Sûriyeyê wekî `terorîst` bi nav kir û ragihand ku `ew êdî Esed wekî fîgurekî giring ê sîyasî nabîne`. Lê di heman demê de, piştî ku eksperên NY li Sûriyeyê yekemîn operasyona xwe ya tunekirina cebilxaneya kîmyewî ya Sûriyeyê bi ser xistin, wezîrê karên derve yê DYA John Kerry pesna Beşar Esed da.

Niha li dorê de derbasbûna li qonaxa sîyasî ya çareseriya krîza Sûriyeyê, çespandina merc û demên lidarxistina konfernasa navnetewî `Jeneva-2` heye. Nûnerên çapemeniya rojavayî êdî riya Şamê kirine riya avê. Esed ji ekranên televîzyon û yekemîn rûpelên rojnameyên rojavayî danakeve. Lê, ka Tirkiye çi dike? Heta niha hewildana wê ya damezrandina blokeke opozîsyona Sûrî, ku ji aliya civata navnetewî ve bi cidî bê girtin, bi ser neketiye. Li şûna wê, bi saya çapemeniya Amerîkî û Ewrûpî, raya giştî ya Rojavayê êdî Tirkiyeyê wekî welatekî piştovana komên terorîstî yên li Sûriyeyê dibîne.

Da ku Enqere bi tevayî ji trene nemîne, divê bi lezûbez û rast tev bigere. Eger na, dê rîsk heye ku Tirkiye wekî serkêşa `hevpeymanên sêwîmayî` bimîne. An ku wan dewletên Rojhilata Navîn, ku piştî rêkeftina Rûsya û DYA ya li ser Sûriyeyê, hê jî hewildanên xwe didomînin ku Esed bi darê zorê hilweşînin. Gelo, dibe ku di rewşekî wisa de yek zengekî telefonî hemû pirsan çareser bike? Ger dil bixwaze, dê gotinên pêwîst jî peyda bibin. Sîyaset ne mîna peywendiyên di navbeyna du cîranên asayî de ye. Di vir de, ger pêwîstiya sîyasî hebe, enirênên şexsî zû tên jibîrkirin.

ruvr