Karayilan: AKP piştî hilbijartinan demildest gavan neavêje dê pêvajo biqede

Karayilan: AKP piştî hilbijartinan demildest gavan neavêje dê pêvajo biqede

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku heger hikumeta AKP’ê hefteyek piştî hilbijartinên herêmî ji bo pêşde birina pêvajoyê gavan neavêje, wê pêvajo biqede.
Rêveberiya KCK ji bo hikûmeta AKP di mijara pêvajoya aşitiyê de gavan bavêje daxiyaniyên xwe tundtir dikin. Beriya niha Rêveberiya KCK diyar kiribû ku AKP êdîne muxatabe û gavan navêje û tenê li pey parastin û pêşxistina desthiladariya xwe de ye. Piştî vê daxuyaniyê Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan jî wext danî pêşiya AKP’ê û diyarkir kuku heger hikumeta AKP’ê hefteyek piştî hilbijartinên herêmî ji bo pêşde birina pêvajoyê gavan neavêje, wê pêvajo biqede.
Karayilan beşdarî bernameya taybet a li Stêrk Tv bû û bibîr xist ku hikûmeta AKP’ê der barê pêvajoyê de gavên pêwîst neavêtiye û destnîşarn kir, ku agirbesta heyî gelek caran binpê kiriye.
Karayilan diyar kir ku di Newroza 2013 de Rêberê PKK Abdullah Ocalan deklarasyonek dîrokî weşand û demeke nû îlan kir. Karayilan got: ”Pêvajoya çareseriyê di nava xwe de bi sê qonaxan hat diyarkirin: Qonaxa yekemîn dê agirbest bihata îlanirin û gerîla dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê bikira. Ev yek pêk hat. Me agirbest îlan kir û dest bi vekişînê kir. Qonaxa duyemîn jî serdemek der barê avêtina gavên qanûnî û destûrî bû. Ev jî wezîfeyên diketin ser milê dewleta Tirk. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi vê berpirsyarî ranebûn. Ji ber vê yekê ye pêvajo hînê di qonaxa yekemîn de ye. Yanî tevî ku qonaxa yekemîn bi dawî bû”
Di berdewama axavtina xwe de Karayilan got: ”Hikûmeta AKP’ê sozên di vî warî de daye, bicih neanîne. Yanî bi berpirsyariyên xwe ranabe. Rast pêvajo îro bi temamî bi dawî nebûye, lê belê bi awayekî yekalî ji aliyê Rêber Apo û tevgera me ve tê rêvebirin. Bêguman ev pêvajo bi awayekî yekalî heta dawiyê nameşe. Herî dawî, piştî hilbijarinê gav avêtin wê erênî be, gav neavêtin wê pêvajo biqede. Yanî ev gav divê yekser rojek piştî hilbijartin, herî dereng divê di nava hefteyek du hefteyan de bên avêtin. Eger neyên avêtin divê her kes bizanibe ku pêvajo qediyaye.”
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan got:Divê bi çi rengî gavan biavêjin. Mînak pêwîste vê pêvajoyê qanûnî bikin. Yanî ji bo destpêkirina muzakereyan çarçoveyeke qanûnî divê. Wekî din pêwîste aliyên bi hev re muzakere bikin, divê wekhev bin. Divê ev bê afirandin. Hewceye şert û mercên Rêber Apo bên guhertin. Wekî din em dixwazin di van hevdîtinan de hêzeke sêyemîn a bê alî amade be. Ji bo were tespîtkirin ka kî xwedî li gotina xwe derdikeve, kî dernakeve, hêzeke bi vî rengî ya bê alî divê hebe.
Wekî din, heta ku “Qanûna li dijî Terorê” di meriyetê de be wê çareserî nebe. Ji ber ku ev qanûn qanûneke dijberiya Kurd e. Divê ev qanûn bê rakiri. Eger AKP’ê gavên wiha avêtibûya, meyê niha qonaxa duyemîn yanî pêvajoya normalbûyînê nîqaş bikira. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li gel hemû hewldanên Rêbertiya me û tevgera me ti gav neavêt. Berevajî, hewl da jê feydê bigire. Xwest bi hesabê hilbijartinê pêvajoyê ji bo xwe bikar bîne. Bi zeximkrina qereqolan û çêkirina rêyên leşkerî re amadekarî kir. Ev tê wateya binpêkirina agirbestê. We jî dîtin li Heftanînê binpê kirin, şer derket û di encamê de mirin rû da. Dewleta Tirk li gelek cihan şertên agirbestê binpê kir lê me bi awayekî yekalî heta niha dewam kir. Me berpirsyariyên xwe bicih anîn, lê belê ji niha û pê ve divê dewlet gavan biavêje.”
Der barê pirsa li ser çekdanîna gerîla de Karayilan destnîşan kir ku heta Rêberê PKK Abdullah Ocalan azad nebe, dê gerîla jî dest ji çekê bernede û got, “Divê vê her kes baş zanibe: Heta ku Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî azad nebe, gerîla ti carî çekê danîne. Yekane rêya çekdanîna gerîla, kombûna kongreyeke gerîla ya mezin a bi beşdariya Rêber Apo û wergirtina biryara çekdanînê li vê kongreyê ye. Ji bilî vê rêyeke din nîne. Rast e gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi fermanên Rêber Apo ve dilsoz in. Lê belê eger Rêber Apo di zîndanê de be û di vê rewşê de fermana çekdanînê bide jî, gerîla vê fermanê bicih nîne. Ev biryara gerîla ye. Hemû fermanên Rêber Apo bicih tên anîn, lê belê fermanek heye ew jî dema Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad be, hingî dikare pêk were: Ew jî çekdanîna gerîla ye. Divê her kes vê rastiyê zanibe”.