Kazim Oz: Wê hejmra fîlmên Kurdî zêdetir be

Kazim Oz: Wê hejmra fîlmên Kurdî zêdetir be

Derhênerên kurd ji bo pêşandana fîlmên xwe li Amedîkayê bûn mêvan. Derhêneran anî ziman ku ew ê di pêşerojê de li Amerîkayê jî fîlmên kurdan bêhtir werin pêşandan. Yek ji wan derhênerên ku li New Yorkê bû Kazim Oz bû. Oz diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ew ê amerîkî jî sînemaya kurdî hez bikin

Derhênerên kurd Kazim Oz, Mehmet Aktaş û Hisham Zaman demek berê ji bo nîşandana fîlmên xwe û çendîn hevdîtinan hatin New Yorkê. Fîlmê ku Hisham Zaman kişand û produksiyona wî Mehmet Aktaş kir, ’Before Snowfall (Beriya Berf Bibare)’, di Mîhrîcana Fîlman a Tribeca de xelatek girîng bi dest xist ku Roberd De Niro jî piştgiriya vê mîhrîcanê dike.
Fîlmê dokumanter yê derhênerê kurd Kazim Oz, bi navê “Demsala Dawî: Şewexan” jî di Mîhrîcana Fîlman a Zanîngeha Hamilton de hat nîşandan.

SÎNEMATOGRAFIYA  BAŞ
Di Mîhrîcana Fîlman a Tribeca de cara yekem di sala 2008’ê de derhênerê kurd Huseyîn Karabey ji bo fîlmê xwe yê bi navê “Çûyîn” Xelata Derhênerê Herî Baş wergirtibû. Îsal di heman mîhrîcanê de derhênereke kurd yê din xelat wergirt.
Hisham Zaman ê ku li Norweçê  dijî bi sponsoriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Mitos Fîlm fîlmê bi navê “Befor Snowfall” (Beriya Berf Bibare) tevli Mîhrîcana Fîlman a Tribeca bû ku stêrkê Hollywoodê Robert De Nîro piştgiriya wê dike.
Fîlmê Zaman Xelata Sînematografiya Herî Baş ya 2013yê wergirt. Di diyarkirina xelatan de Hisham Zaman û Mehmet Aktaş ku hatibûn New Yorkê, dema xelatên xwe wergirtin spas ji Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê re kirin da ku ew bûne sponsorê fîlmê ku di mîhrîcanê de hat pêşandan.

XEBATA FÎLMEKÎ NÛ
Bi baweriya Kazim Oz, di salên dawî de li mîhrîcanên Amerîkayê zêde fîlmên kurdî tên nîşandan û ev jî nîşan dide ku amerîkî ji sînemaya kurdî re bêdeng nîn in. Bi baweriya Oz sedemê wê jî, “Hewldan û rola kurdan a li Rojhilata Navîn e.”

Kazim Oz destnîşan ku di demeke nêzîk de ew projeyeke xwe li Amerîkayê pêk tîne û wiha axivî: “Yek ji sedemên hatina min jî ev e. Ez li ser fîlmekî kar dikim ku hinek çîroka wî li Amerîkayê derbas dibe. Lewma hatine min bû wekî fersendek e ji bo min. Ez hêvî dikim ku em sala bê ev fîlm bikşînin û li Amerîkayê deng bide. Em ê hinek sahneyan li vir bikşînin. Em hewl didin ku ji bo beşa projeyê ku li Amerîkayê derbas dibe, amadekarî bikin.”

Der barê siberoja sînemaya kurdî jî Kazim Oz wiha axivî: “Bawer dikim ku wekî hejmar wê gelek fîlmên kurdî bên kişandin. Dê mîhrîcanên cîhanê ji bo fîlmên kurdî beşên taybet veke. Di her hevrikiyan de wê ji bo fîlmên kurdî kontenjan bê dayîn. Wekî pêşketina sînemaya Îranê ji bo sînemaya kurdî jî pêşketinek çaverê dikim. Lê ez nizanim ka wê li ser hîmên xwe geş bibe an jî bi awayekî din. Divê wisa neyê dîtin ku sînema beşeke ji endustriyê ye û ji bo pere tê kirin.” NEW YORK

Jêder: Hawarnet.com