KCD astengkirina Muslim şermezar kir

KCD astengkirina Muslim şermezar kir

Mijara hatina hevserokê PYD Salih Muslim ya Herêma Kurdistanê bû qeyraneke bi serêxwe. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî astengkirina derbasbûna Hevserokê PYD’ê Salih Mislim ya ji aliyê berpirsên herêmê ve, şermezar kir.  KCD’ê di vê mijarê de daxuyaniya nivîskî belav kir û diyar kir ku astengkirina Salih Mislim nayê qebûlkirin û ev nêzikahî bêşansiyeke mezin e.

Kardaneweya qeyrana li ser hatina Salih Muslim hevserokê PYD ya ji bo herêma Kurdistanê berdewam dike. KCD’ê derbarê astengkirina Mislim de daxuyanmiyek weşand û bi zimanek tund berpirsên herêmê rexne kir. KCD wiha got: “Astengkirina  Hevserokê PYD’ê  Salih Mislim, li dijî rûh û xebata kongreya neteweyî ye. Ev nêzikahî û helwest zirarê dide yekitiya neteweyî. Ji ber vê yekê em vê helwestê şermezar dikin û em bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku demildest dev ji vê helwesta xwe berde.”

Der barê vê mijarê de doh jî berpirsê pêwendiyên dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî gotibû ku heger  Salih Mislim bixwaze serdana welatên Ewropa bike bila Enqere, Tehran, Bexda û Şamê bikar bîne ne ku herêma Kurdistanê.