KCK bang li fransa kir ku zanyariyên di dest xwe de aşkire bike

Li gorî nûçeya ANF ê ji hevserokatiya desteya rêvebir ya KCK daxuyanî hat dayîn û ji bo zelalkirina bûyera Parîsê ya ku 3 jinên Kurd hatî şehîdkirin bang li Fransa jî hate kirin. Berfirehiya nûçeya ANF bi vî rengîye.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiya Parîsê de got, “Wê hesabê qetilkirina sê jinên şoreşger teqez were pirsîn.” KCK’ê bang li hikûmeta Fransayê kir ku agahiyên di destê xwe de yên li ser lêpirsînê, van rojan aşkera bike.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya yekemîn salvegera komkuiya 9’ê Çileya 2013’an de, komkujî careke din bi tundî şermezar kir.
KCK’ê got, “Berî salekê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz û du hevalên wê hatin qetilkirin. Em, wan hêzên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirine bi tundî şermezar dikin û soz didin ku emê bîranîna wan bi Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad tacîdar bikin. Ji kujerên her sê jinên şoreşger, wê teqez hesab bê pirsîn.”
KCK’ê da xuyakirin ku êrîşa 9’ê Çileyê hemû karekterên polîtîkay dewleta Tirk nîşan daye û got, “Di kesayetiya hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî de êrîş li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Jinê hatiye kirin. Hevala Sara hem ji ber yek ji damezrînerên PKK’ê ye hem jî ji ber kadroya pêşeng a xeta azadiya jinê ye, hedef hatiye girtin. Ev komkujî, ji bo rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bike beriya mehan hatiye plankirin, di destpêka Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad a Rêber Apo de ketiye pratîkê. Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê hemû karektera polîtîkaya dewleta Tirk daniye holê. Asta dijminatiya li hemberî Kurdan bi vê komkujiyê re careke din nîşan daye. Careke din zelal bûye ku dewlet Tirk xwedî karektereke çawa ya komploker e û li dijî Kurdan bi çi rengî serî li hemû rê û rêbazan dide.”
HIKÛMETA AKP Û MÎT DIZANE
KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk, hikûmeta AKP û MÎT baş dizanin ka ev komkujî ji aliyê kê ve hatiye kirin û got, “Lê belê hêzên serdest ên li Tirkiyeyê her çend di her mijarê de pev biçin jî, di mijara Kurd de hevkariya sûc dikin. AKP û Fethûllahî li dijî blokên desthilatdariya klasîk û Ergenekonê şerê hegemonyayê dane meşandin, hemû karên qirêj û derveyî qanûnî raxistine holê, lê belê xwe bi ti awayî nêzî sûcên li Kurdistanê li dijî mirovahiyê hatine kirin, nekirine. Yanî dozên Ergenekonê Sêwas derbas nekirine. Niha AKP û Fethûllahî bi hev diçin, qirêjiyên hev radixin pêş çavan. Lê belê di nava vê pevçûnê de, sûcên ji Sêwasê wêdetir nîne. Cînayet û karên qirêj ên li wê derê hînê tên nixumandin. Xemsariya li hemberî karên qirêj ên dewleta paralel li Kurdistanê kirine û xemsariya hikûmetê ya li pêşberî cînayeta Parîsê, nîşaneya herî berçav a vê yekê ye.
Kîjan pevçûn be bila be, Tirkiyeya ku ji qirêjî û sûcên xwe paqij nebûye dê demokratîk nebe û wê nikaribe xwe ji van pevçûn û karên qirêj rizgar bike. Heta ku pirsgirêka Kurd bê neyê çareserkirin wê dewletên paralel her hebin, wê karên ne li rê û dizîtî jî timî bên kirin.”
BI QASÎ HIKÛMETA AKP’Ê DEWLETA FRANSAYÊ JÎ BERPIRSYAR E
KCK’ê xwest hêzên li pişt cînayetê bên ronîkirin û got: “Rêber Apo qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî weke duyemîn qirkirina Dêrsimê bi nav kir. Destnîşan kir ku heta ev komkujî neyê ronîkirin wê pirsgirêka Kurd çareser nebe. Ji ber vê yekê divê ronîkirina komkujiyê di heman demê de weke têkoşîna demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bê dîtin. Ji bo ronîkirina vê cînayetê jî hewceye hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê protesto werin xurtkirin û têkoşîna ji bo ronîkirina komkujiyê bênavber bê meşandin. Bi qasî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê, dewleta Fransa jî ji vê cînayetê berpirsyar e.
Heta ku dewleta Fransa hêzên li pişt vê komkujiyê aşkera neke û bi raya giştî re parve neke, wê gelê me Fransayê weke hevkarê sûc bibîne. Dewleta Fransa bi qasî ku buroya Fîdan Dogan lê dixebitî kontrol dikir, ewçend jî nasnameya kesên hatine vê derê jî dizane. Ji ber vê yekê, der heqê nasnameya Omer Guney ê timî tê buroyê, xwedî agahiyan e. Piştî cînayetê, der heqê kujer Omer Guney de bûye xwedî gelek agahiyan. Eger van agahiyan û agahiyên din ên bidest xistiye aşkera bike, wê hêzên komkujî kirine ronî bike. Hikûmeta Fransa eger naxwaze di bin tawanbariyê de bimîne, pêwîste agahiyên di destê xwe de di van rojan de teqez aşkera bike.
Pêwîste tevahiya gelê me, dostên gelê me, jin, ciwan, kedkar û hemû hêzên demokrasiyê, li Tirkiye û Ewropayê meydanan û qadên mîtîngê dagirin û li dijî komkujiyê dengên xwe bilind bikin. Divê were nîşandan ku wê hesabê qetilkirina her sê jinên şoreşger bê pirsîn. Bi ti awayê din avakirina jiyana ademokratîk û azad a gelê Kurd ne pêkan e.
Coş û biryardariya şoreşgerî ya Sara, Rojbîn û Ronahî ku di têkoşîna gelê de bicih bûye, wê teqez hesab ji kujeran bipirse.”