KCK: Pakêta AKP’ê mijûlkirina Kurdane

KCK: Pakêta AKP’ê mijûlkirina Kurdane

KCK’ê li hember pakêta demokratîkbûnê ya Erdogan nerazîbûna xwe der birî û diyar kir ku ev pakêt jî nîşan dide ku AKP çareseriyê na lê, bêçaretiyê weke polîtîkaya xwe dipejirîne. KCK dibêje ku AKP dixwaze Kurdan mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike.

Kardaneweya li dijî pakêta demokratîkbûnê ya ku doh serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan aşkira kir, berdewam dike. Nêrîna giştî ya aliyên Kurd ewe ku, di vê pêvajoyê de, ev pakêt bersiva bendewariyên Kurdan nadin. Piştî ku doh berpirsên BDP der barê pakêtê de gotin ku naveroka wê valaye, îro jî KCK bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe destnîşan kir.  KCK’ê der barê pakêtê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev pakêt jî nîşan dide ku AKP alîgirê çareseriyê nîne, bêçareseriyê weke polîtîka pejirandiye. KCK dibêjê hatiye fêmkirin ku bi vê pakêtê hikûmeta AKP dixwaze Kurdan mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike.

Li gor daxuyaniya KCK’ê ku berferehiya wê di Ajansa Firatê de hatiye weşandin,  bi vê helwesta AKP’ê re li holê çi pêvajoyek diyalogê nemaye û yên hatine kirin jî berdewama polîtîkayên mijûlkirinê ne. Her weha KCK dibêje ku ew dê hefteya pêş bi deklarasyonekê bersivê bidin polîtîka û pakêta AKP’ê.

Di berdewama daxuyaniya KCK de hatiye gotin ku yên ne demokratîkbin nikarin gavên demokratîkbûnê jî bavêjin û careke din aşkira bûye ku AKP pirsgirêka Kurd fêm nekiriye û cidî nêzik nebûye. Bi vê pakêtê de jî diyar bûye ku AKP dixwaze Kurdan mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike. Di çarçoveya hesabên hilbijartinê de nêzî pirsgirêkê bûye û ji bo mijûlkirinê çend bermahî avêtiye ber civakê. Bi vê yekê re hikûmetê nîşan daye ku xwedî mejî û kapasîteya çareseriyê nîne.

KCK dibêje ku AKP ti gavan navêje û berovajî bi vê helwesta xwe pêvajoyê sabote dike û ji xwe li holê jî ti pêvajo nemaye. Di berdawama daxuyaniyê de dihête gotin ku pirsgirêka Kurd di encama polîtîkayên qebûlnekirina hebûna neteweyî û vîna siyasî ya gelekî, derketiye holê. Çareseriya wê jî bi naskirina hebûna civakî û ya Kurdan, bi mûxatap girtina vîna siyasî û li gel mafên civakî, naskirina mafê xwerêvebirinê, dibe. Ti nêzîkatî û polîtîakyên ku Kurdan weke civakê nas neke, mafên wan ê ji ber civakîbûnê qebûl neke û vîna wê ya siyasî mûxatap negire, dê nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike.

KCK dibêje hikûmeta AKP’ê nikare tespît bike ka mafê Kurdan çiye û çi nîne û her weha mafê wê jî nîne ku bêje ez dê vê bidim an vê nedim. AKP di rê û rêbazên xwedî mejiyekê hegemon, dîktatorî û ’ezê ya dizanim bikim’ de israr kiriye. Serokwezîrê Tirk bi pênc û deh zilamên li dora xwe ve di mijara pirsgirêka Kurd de polîtîkayê diyar dike. Ti cudahiya vê ji nêzîkatiya dewleta kûr ya beriya dehan salan nîne. Ji xwe AKP jî niha bi dewleta xwe ya kûr re dixebite. Rêxistina Partî û Meclîsa Partiyê bi tenê paçê nixumandina vê rêbaza siyasetê ye.