KCK û Kongra Gel serokên xwe guherî

KCK û Kongra Gel serokên xwe guherî

ANF/ Qendil- Kongra Gel 9. Civata xwe ya Giştî li dar xist û di sîstema xwe de guhertinên dîrokî pêk anî. Bi avakirina Konseya Serokatiyê re sîstema Hevserokatiyê hat pejirandin. Ji bo hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî Cemîl Bayik û Besê Hozat hatin hilbiljartin.

9. Civata Giştî ya Kongra-GeL di navbera 30 Hezîran û 5 Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevlîbûna 162 delegan hat lidarxistin. Ji çar beşên Kurdistanê, ji Rusya, ji Ewropa delege beşdarî kongreyê bûn. Jin li gorî sîstema kotaya ji sedî 40 tevlî kongreyê bû.

 

9. Civata Giştî ya Kongra-Gel ji aliyê Hacer Zagros ve hat vekirin û bi mebesta salvegera şahedeta Zeynep Kinaci (Zîlan) axaftina vekirinê hat kirin. Piştî axaftina vekirinê rojeva kongreyê hat diyar kirin. Delegeyên ku tevlî kongreyê bibûn li ser dilsoziya xwe soz dan kongreyê. Tişta herî balkêş ev bû ku di kongreyê de soz bi zimanê; Kurmancî, Dimilkî, Soranî, Kelhorî û Tirkî hat dayîn. Piştî sozdayînê hilbijartina hevserokên Kongra-Gel hat kirin, di encama vê hilbijartinê de Remzî Kartal û Hacer Zagros wekî Hevserokên Kongra-Gel hatin bijartin.

 

Di 9. Civata Giştî ya Kongra-Gel de perspektîfê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hatin xwendin, heman demî rapora Serokatiya Kongre Gel, Rapora Dîwana Edeletê, Rapora Konseya Rêber a KCK’ê û rapora KJB’ê hat xwendin, nirxandin û nîqaş kirin. Bi awayekî dorfireh rewşên siyasî yê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û navnetewî hat nirxandin. Bi taybet jî di mijarên çarçoveya tespîtên siyasî, rewşa rêxistinî, ji kêm û kûrtiyan ji bo encam rast bê derxistin û di qonaxa pêş de ji bo vana dubare nebin û bê sererast kirin nirxandin hatin kirin. Herwiha li ser qadê xebatê KCKê yên wekî qadên îdeolojîk, siyasî, civakî, aborî, çandî û hwd nirxandinên girîng hat kirin û biryarên pêwîst hatin girtin.

 

Di sîstema rêxistinbûnê de guhertinên nû kete rojevê. Bi taybet jî ji bo guherîna peymana KCK’ê biryar hatin girtin, ji ber ku esasê peymana berê di 2005’an de hatibû dayîn li gorî demê guherînên pêwîst hat kirin. Guherîna herî esasî avakirina Konseya Serokatiya Giştî bû . Serokê Konseya Serokatiya Giştî ji aliyê delegeyan ve Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat bijartin. Konseya Serokatiya Giştî ji 6 kesan pêktê, 3 jê jin, 3 jê jî zilam in. Ev 6 kes wê wekî cigirê Rêberê PKKê kar û bar bikin. Herwiha yek ji guherînên bingehîn jî sîstema hevseroktiyê bû. Di sîstema KCKê de jî sîstema hevseroktî hat pejirandin. Hevserokên Konseya Rêber ên KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat hatin bijartin.

Ji sala 2005an ve Mûrad Karayilan serokê Konseya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bû.

 

9. Civata Giştî ya Kongra-Gel di encama nîqaş, biryar girtin û hilbijartinên 6 rojan berdewam kir bi dawî bû. Axaftina girtinê ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik hat kirin. Piştî axaftina girtinê Kongre bi govend û dirûşmeyên wekî ’Bê Serok jiyan nabe, Bijî Serok APO’ bidawî bû.