KCK: Zarokên xwe neşînin dibistanan

KCK: Zarokên xwe neşînin dibistanan

Bêrî destpêkirina sala nû ya perwerde û hîndekariya Tirkiyê,  KCK’ê bang kir ku Kurdên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê zarokên xwe neşînin dibistanê.

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku  divê li dijî polîtîkaya ’Qirkirinê ya çandî û asîmîlekirinê’ ya li ser zimanê kurdî  helwest bê girtin û têkoşîn bê bilindkirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de daxwaz kir ku  hemû kes tevli çalakiyên daxwaza perwedeya ziman  bibin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe dediyar kir ku dibistan di 16’ê îlonê de vedibin û dewleta tirk bi polît3ikayên xwe yên pişavtinê sûcekî  giran dike. Dewleta tirk bi sedsalane bi zanebûn û plankirî hewl dide kurdan tune bike û hêzên navnetewî jî vê yekê dibînin û piştgiriyê didin.

KCK dibêje qedexkeirina ziman, perwerde, zextên li ser çanda kurdan,  Kurdistan di warê aborî û civakî de aniye asta ku mirov nekarin lê bijîn, kurd koçî Ewropayê kirin. Bi bendavan xweza û çanda kurd tuen kirin. Nêvî kurdan zêdetir çanda xwe jibîrkirine û derxistiye holê kur çiqas pêkanînên hovane dimeşîne.

Di berdewama daxuyaniyê de weha tê gotin: Ligel ku mêtîngeriya qirkirina çandî hatiye teşîrkirin û ji aliyê gelê kurd ve nehatiye qebûlkirin jî dewleta tirk di polîtîkayên qirkirinê de israr kiriye. Di qada ziman û çandî de polîtîkaya qirkirinê hedef girtiye. Carna hinek tişt nerm kiriye û  lê polîtîkayên xwe yên tunekirinê domandiye. Hinek tiştên ku kiriye jî ne ji bo rakirina qirkirina çandî, berovajî vê ji bo serê hinek tiştan bigire hatiye pêkanîn. AKP li aliyekê dibêje perwerdeya zimanê dayikê teqez nabe, zimanê dayikê dê netewê parçe bike û li aliyê din jî dibêje me li dibistanan dersên hilbijarte qebûl kiriye.

Daxuyaniya KCK’ê weha encam dibe: Di van rojan de dibistan vedibin.  Divê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî ya li ser zimanê kurdî têkoşîn bê bilindkirin. Bi vî awayî divê nîşan bidin em qirkirinê qebûl nakin. Ji bo vê boykota hefteyekê ya dibistanan divê hemû gelê me tevli bibe û malbat hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan.