Kerkûk bi peyman radestî terorîsta kirin?

Kerkûk bi peyman radestî terorîsta kirin?



Ji şevê dî ve rewşa Kerkûkê bi gelek nûçe, nêrîn û agahiyên Cûda ve tête şîrovekirinê.

Li gorî agahiyên rasterast ji enîya şer ya Kerkûkê bo Rewanbêj hatî ragihandin hêzên YNK enîya şer bi tevî radestî hêzên terorîst kirine û hêzeke zêde ya Haşdî Şabî deverên stratejîk yên Kerkûkê girtine.

Tête ragihand ku hêzên bi fermana Pavel Telebanî cihên xwe radestî terorîsta kirî, beriya neha xwe ji bo teslîmkirina deveran amqde kirine.

Her çend tête ragihandinê ku hêzên Zêrevanî ji bo deverê têne veguhestin jî hîna şerekî weha dijwar bo wergirtina deverên teslîmkirî rû nedaye.

Ji gelek deverên Kurdistanê bi hezaran kes çekê xwe wergirtine û hina berbi Kerkûkê ve diçin.