Kerry: Gaza Sarîn hatiye bi karanîn

Kerry: Gaza Sarîn hatiye bi karanîn

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê John Kerry diyar kir ku di êrîşa kimyewî ya li Şamê de nimûneyên xwîn û porên qurbaniyan hatine lêkolîn kirin û hatiye dîtin ku gaza Sarîn bi kar hatiye.

Piştî ku hefteya borî li herêma Guta ya Şamê di encama omberana çekên kimyewî de zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest da wezîrê karên derve yê Emerîkayê John Kerry der barê vê êrîşê de axivî û got ku di êrîşê de gaza Sarîn bi kar hatiye.

Kerry da zanîn ku ew bawer dike ku kongre ji bo operasyona leşkerî ya li dijî rejîma Esed dengê erê bide Obama û got: ’Heger kongre erê neke jî Obama dikare vê biryarê bide.’

Kerry got ku Esed qatile û mirovên bê guneh dikuje û weha pêde çû:’Eve bûyerek erjenge ku çekên kimyewîrê li ber vê yekê vekiriye. Vaye Esed gelê xwe bi vê rewşa erjeng re rû bi rû hêlişt.’

Çav li rêye ku Kongreya Emerîkayê di 9’ê Îlonê de bicive.

Rewanbej.net