Kilama hêsîrên çiyayê Şengalê bi motîvên cimetê

Mîro, min go êla te revîya, Avropîyo, min go êla te revîya,
De wê êla te berê xwe daye Duhoka jorîn nav desinîyan, na wele qîz û bûkên te revandine û birine Musila wêran nav daîşan…
Wey lêr, wey lêr, em hêsîrîn, hêsîrên çîyayê Şengalê…
Mîr go: êzîdîno, ez Lalişa Nûranî kim, raste ez li Avropayê rûniştime, di nav zêr û ziv da xinê me, lê heya min pê tûnîne, êla min nerevîya, ferezî hinek gire-girên êla min xeyîdîne, berê xwe dane herêma Hewlêrê nav Barzanîyan…
Wey lêr, wey lêr, ez nexweşim, serê min li ser belgî ranabe…
Mîro, min go çîyaê Şengalê wê bi dare, çîyayê zîyaretê wê bi sare, têda tê zare-zara zarokane, nele-nela kal û pîrekane, îşev êvar da çeteyên daîşê girane, wek bezekan, kurman û rehîşkan xwe berî dane nave û dixwin gost û cane…
Wey lêr, wey lêr, em hêsîrîn, hêsîrên çîyayê Şengalê…
Mîr go: êzîdîno, ez Kanîya Sipîkim, raste ez li Avropayê rûniştime, di nav zêr û ziv da xinê me, lê heya min pê tûnîne, va ezê kevezanê xwe ragirim, berê xwe bidme Vatîkanê li bal Papê van huruman, belkî ew bê hewara me êzîdîyan…
Wey lêr, wey lêr, ez nexweşim, serê min li ser belgî ranabe…
Mîro, min go çîyaê Şengalê kevirê more, çîyayê zîyaretê kevirê more, eva serê şeş mehane eskerên daîşa genî kişyane û xwe dane dore,
Qaso Şeşo bi sê denga kire gazî, go, ezîdîno çê bin, çê bixwebitin, Mîrê me aqilê xwe unda kirî ye…
Wey lêr, wey lêr, em hêsîrîn, hêsîrên çîyayê Şengalê…
Mîr go: êzîdîno, ez Tawisî Melekim, raste ez li Avropayê rûniştime, di nav zêr û ziv da xinê me, lê qet hûn haj pê tunene, ku Şam, Heleb û Dîyarbekir goveka vê dinyayê, lê dikim gazî, nakim gazî, dengê min dernayê, ezê bangîna xwe bikim mala qiralê Bexdayê, belkî ew bê hewara Êzîdîxanê…
Wey lêr, wey lêr, ez nexweşim, serê min li ser belgî ranabe…
Mîro, merimo, min go bajarê Şengalê sêsid û şêst şeş minare, tê da tê dengê çekdarên êzîdî, parazvanên gel û hêzên pêşmerge, sibê tu dibêjî ezî kurdim, êvarê–êzîdî, lê şev nîveka şevê jî bang dikî, na, wele birakê min erebin, erebên qurêşî…
Wey lêr, wey lêr, em hêsîrîn, hêsîrên çîyayê Şengalê…
Mîro, min go çîyayê Şengalê li devê gelîyan û du rîyanan, dîsa tavê daye sîng û berên kendelan û van berpalan, lê dihêwire Êzîdîxane û dibêje: Mîro êla te civîya, Avropîyo, êla te civîya!..
Wey lêr, wey lêr, Mîro bêyî te emin xwey-xudanê Şengala xwe…
Hey lo, Miro, min go meçe Avropayê, Avropa xayîne û bê wa ye, te dixapîne,
Hela zû ye, ne derange, vegere û were Şengala xwe nava pêneberan û feqîran,
Qala rizgarîya Şengalê bike tevî êzîdîyan, parazvanan û pêşmergan, na wele dîsa li Hewlêrê tevî Barzanîyan…
Wey lêr, wey lêr, em hêsîrin, hêsîrê çîyayê Şengalê…
Nivîsî
Prîskê Mihoyî.
15.01.2015.