Kiliçdaroğlu: Divê pêşiya PKK bihête vekirin da ku siyasetê bike

Kiliçdaroğlu: Divê pêşiya PKK bihête vekirin da ku siyasetê bike

Serokê Partiya Komar ya Gel ya Tirkiyê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu daxuyand ku heger PKK bixwaze siyasetê bike bila pêşiya wê bihête vekirin. Kiliçdaroglu benda hilbijartinan ya 10 ji % ya Tirkiyê jî rexne kir û got: ’Heger yên çiya dixwazin bihên û siyasetê bikin, divê tu pêşiya wan vekî.’

Serokê partiya CHP’ê ya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu bi rojnameya Bîrgun ya Tirkiyê re hevpeyvînek encam da. Kiliçdaroğlu der barê pêvajoya aşitî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku ewan rêbazê AKP’ê qebûl nekirine lê tu carî jî dijberiya pêvajoyê nekirine. Kiliçdaroğlu got: ’BDP û AKPê gotin ku em li hev hatine lê hûn rê nadin. Ma me gotiye biçin ser sînor û nehêlin PKK derbas bibin? Min wê demê jî got kerem bikin çareser bikin emê jî krediyê bidin we. Lê Erdogan got pêdiviya min bi krediya te nîne.’

Serokê CHP’ê got ku ewan berpirsiyariyek din hilgirtiye ser milê xwe û hemîşe diyar kirine ku ev pirsgirêk bi piştgiriya civakî dikare bihête çareserkirin. Kiliçdaroğlu desnîşan kir ku ji bo vê yekê jî ewan manîfestoya azadî û demokrasiyê ya 17 xalan beyan kirine.

Kiliçdaroğlu weha got: ’Heger çareser bibe dê weha çaresr bibe. Bo nimune benda hilbijartinan ya 10 ji % heye. Heger yên çiya bixwazin bihên û siyasetê bikin tu dê pêşiya wan vekî. Me partiyên mîna Refah, Karkerên Tirkiyê (TÎP) û ODP kirine partiyên marjînal. Lê alîgirên van partiyan hene, divê ew jî bikevin siyasetê.’

Serokê CHP der barê pêwendiyên xwe yên Bakûrê Kurdistanê de jî daxuyand ku li vê herêmê avahiyek mîna bûye hestîk heye û gelê vê derê dengê xwe yan dide ziman yan jî dide ola xwe. Ji ber vê jê deng ji AKP û BDP’ê re diçin. Kiliçdaruğlu aşkira kir ku ew weke rêya sêyem diçine Bakûrê Kurdistanê.