Kiliçdaroglu: Ma Erdogan qet neçûye tuweletê?

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu der barê tîpên x,q,w kû di pakêta demokratîkbûnê de qedexeya li ser wan rabû got: ’Ez meraq dikim, ma gelo ev serokwezîr qet neçûye tuweletê? Li ser deriyê tuwelet û desavan tîpa ’w’ heye.’
Serokê Partiya Komar ya Gel ya ya Tirkiyê Kemal Kişiçdaroglû li Borsaya bazirganiya Dîlokê de der berê rojevê de axivî. Kiliçdaroğlu der barê pakêta demokratîkbûnê de got: ’Ez ji navê pakêta demokratîkbûnê daxwaza lêborînê dikim, nebêjin pakêta demokratîbûnê. Ma kêderê wê pakêta demokratîkbûnê ye? Eve pakêta hilbijartinê ye. demokarasî karekê şaristaniyê ye, karekê çand û kûlturê ye. Mirovê ku nekare demokrasiyê bîne nava partiya xwe nikare bîne welatê xwe jî.’
Kiliçdaroglû îdîa kir beriya wê partiya wan pakêteke 17 xalan ya demokratîk beyan kiribûn û Erdogan jî ji wan xalan mifa girtiye. Kiliçdaroglû got: Bo xatirê xwedê ka em tenê xalekê bibînin ku hêjayî navê demokratîkbûnê de. Ka çi heye di vê pakêtê de? Eve 3 tîp anîne û dibêjin têpên w, q, x hatiye nava elifbaya me. Bi vê jî xelkî dixapînin. Erê ma gelo serokwezîr ti caran neçûye destavê? Li ser dergehê tuwaletan tîpa ’w’ heye. Ma qey temaşayê televizyonan jî nake. Li Tirkiyê qenalek heye bi bavê ’Show’ heye.’