Kişanak; ji ber rûdanan hukumet berpirse

Kişanak; ji ber rûdanan hukumet berpirse

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ji ber rûdanên li Amedê hukumet berpirs nîşanda û ev pirs kir; ’Heger em nekarin mafên xwe yên herî demokratîk û rewa jî bi kar bînin emê aşitiyê çawa bînin!?’

Piştî ku BDP’ê biryara rêzeçalakiyan da û destnîşan kir ku di çalakiyan de dê ji hukumetê daxwaz bike da ku ji bo pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê gavên berçav bavêje, çalakiya yekem li Amedê pêk hat. Evro piştî nîvro bi armanca ragehandina vê bangawaziyê û her weha ji bo protestokirina rûdanên li gundê Hêzanê ya Lîceya Amedê xelkê Amedê meşekê girseyî pêkanî.  Di dema meşê de polîsan pêşiya çalakvanan girtin û piştî hingî jî bi bombeyên gazê destkarî kir.

Bila hukumet biryara xwe bide

Piştî çalakiyê xelkê Amedê li ber avahiya navendî ya BDP’ê civiya û li vê derê hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak daxwiyaniyek da û destnîşan kir ku ji ber bombeyên gazê ew di dema axavtinê de jî zoriyê dikêşe. Kişanak got; Bila hukumet biryara xwe bide. Gelo çareseriyê dixwaze, aşitiyê dixwaze, siyaseta demokratîk dixwaze yan nexwe şer û pevçûn û faşîzmê dixwaze? Bila biryara vê çendê bide. Em jî li gor wê biryara xwe bidin û rêya xwe bizanin.

Kişanak diyar kir- armanca meşa wan ewe ku pêdiviyên pêvajoya aşitiyê bînin bîra hukumetê û  weha axivî: ’Heger em nekarin mafên xwe yên herî demokratîk û rewa bi kar bînin emê aşitiyê çawa bînin? Ez vê êrîşa tund û faşîzane şermezar dikim. Ewên ku van êrîşan dikin divê baş bizanin ku ew aşitiyê têk dibin, ewpêşiya vê qonaxê astengin. Divê ew baş bizanin ku em dibêjin bila di vê welatê de ciwan nemrin, pirsgirêk di çarçoveya siyaseta demokratîk de bihête çareser kirin lê ew bi helwesta xwe dibin alîgirên şerî. Ewên ku bûne alîgirê şer û mirinan jî di bara gel de mehkûm bûne. Ev êrîş bi destûra hukumetê pêk dihên. Helwesta AKP’ê dibe egera handana van êrîşan. Kes neşêt bêje eve karê polîsane û yê rêveberên herêmê ye û xwe jê rizgar bike’.