Koban û Şengal

ZÊLÎMXAN, XÊRA KU TU DIDÎ, BILA LI BER QELEMA QENCÎYÊ KEVE!
Gelkujîya Şengalê û Kobanîyê daxek na, lo hezar dax li dilê gelê me xist!
Seranser gelê me ev bedbextî, qetîlîyem, komkujî ya xweye şexsî hesab dike û destê alîkarîyê dirêjî peneber û hêsîrên Şengalê û Konabîyê dike.
Alîkarî ji gelek dewletên cîhanê jî tê. Lê bila Xwedê yektî û tifaqa gelê me ra be! Her me yek nanekî jî ji devê zarokên xwe bibire û bide reben û pênebetrên Şengalê û Kobanîyê, ew xêre, xêra mezine, xêra dê û bavên me ye, xêra mirîyên meye hezar salane, xêra şehîdên me ye!
Eva cara çendane, ev dewlemend û parlamênterê Rûsyayê yê bi navê ZÊLÎMXAN MÛSOYÊV destê alkîkarîyê dirêjî pêneber û feqîrên Şengalê dike, alîkarîya bi mîlyonan dolara dide. Lê gelo em li ser Zêlîmxan çi dizanin? Ne, axir ew jî êtîm mezin bûye, ew dizane talî-tengasî çî ye, ew dizane xêr û xêrat çî ye! Lewra jî îro ew bê deng nîne, ew xêrê dide, ku xêr bê pêşîya wî û malbeta wî!
Ewledê gelê meyî hêja Zêlîmxan Mûsoyêv cara çaran li ser hev bûye nûnerê Dûma (parlamênta) dewleta Rûsyayê. Wek tê dizanin, li dawîya sala 2011-an hilbijartinên Dûma dewleta Rûsyayê derbaz bûn. Zêlîmxan Mûsoyêv di navnîşa partîya here mezin ya bi navê «Yêdînnaya Rossîya» («Rûsya yekbûyî») de dihate hilbijartinê, lê mandata (namzet) nûnervanîyê wê demê para wî neket. Berî hingê ew sê caran li ser hev îdî bûbû nûnerê Dûmayê.
16-ê hezîrana sala 2012-an di civîna Şêwra tewre bilind ya partîya «Rûsya yekbûyî» biryar kirin namzeta azabûyî bidine qeza Svêrdlovskê, yekê jî bidne Komara Teteristanê. Xûdanên wan mandat-namzetan, ku endamên partîya «Rûsya yekbûyî» bûn, destpêka bahara 2012-an li Krêmlê derbazî li ser qulxên dewletê bûbûn. Lema jî wana bi fermî dest ji namzetên xwe yê nûnervanîyê kişandin. Herwaha ji hêla qeza Svêrdlovskê ve Zêlîmxan di navnîşa partîya Dmîtrî Mêdvêdyêv de bû . Ji ber vê yekê jî mandat-namzet gihîşte Zêlîmxan. Em wê jî bêjin, wekî çendekî berî wê demê Zêlîmxan Mûsoyêv hate hilbijartinê wek endamê Şêwra tewre bilind ya partîya «Rûsya yekbûyî». Zêlîmxan di nava karê partîyayê de bi taybetî sîyaseta netewî dimeşîne û pirsên netewên Rûsayê ve mijûl dibe.
Em borcê xwe hesab dikin, careke dinê li ser Zêlîmxan Mûsoyêv we agahdar bikin, nasîya xwendevan û bîneran bidne jîyannîgarîya vî camêrî.
Zêlîmxan Mûsoyêv 13 çirîya pêşin (oktobr) sala 1959-an li bajarê Tbîlîsê di mala êzîdîyan de ji dayîkê bûye. Bavê wî zapitê polîsan bû, di nava gelê me de mirovekî bi qedir û sîyanet bû, lê dîya wî jineke esilzade û xwendî bû. Zêlîmxan 10 salî bû, gava dê û bavê wî di nava çar mehan de li dû hev çûne li ser dilovanîya xwe. Dîya wî nexweş ket û çû rehma Xwedê, lê bavê wî piştî mirina xanima xwe gelekî ber xwe ket, tab nekir û kerbî wê nexweş ket û di demeke kin de jîyana xwe dest da. Wê demê Zêlîmxan, birayê wîyî biçûk–Amîrxan û du xûşkên wî sêwî man. Ji bo wana gelekî dijwar bû. Mirovên wane nêzîk herçiqas piştgirîya zarokan dikirin, lê car-carana ew dibirine sêwîxanê. Li wir ewana teyax nedikirin û herdem ji sêwîxanê direvyan.
Hema di biçûktîyê de Zêlîmxan kar dike, ji bo bira û xûşkên xwe dibe him dê û him jî bav, pêra jî di dibistanê de dixwine. Piştî dibistana navîn ew salekê-duda kar dike: makîna barbir dajo. Dû re ew du salan li eskerîyê qulix dike. Sala 1989-an ew fakûltêta êkonomîkayê ya înstîtûta mihendizîyê ya bajarê Volgogradê bi şêweyê dûreke xilaz dike. Sala 1987-an (dema hela xwendekar bû) ew dezgeya cildirûnê saz dike, ya ku cil û bergên mêran yên zivistanê berdida. Di demeke nêzîk de Zêlîmxan dezgeyên usan li Ûkraînayê, Ermenîstanê û Moskvayê jî vedike. Ew malêva cîguhastî Moskvayê dibe. Wî kiviş dikin wek serokê Asosasîya kar û barên aborîya der yên dezgeyên biçûk û navîn li Yekîtîya Sovêtê. Salên 1994-1995-an ew dibe midûrê fîrma «Amîr», dû re serokê şîrketên bi navên «Amîr-Împêks» û «Promînkor». Lê van 17 salên dawî Zêlîmxan Mûsoyêv seroketîyê li Şêwra dîtindaran ya karxana Ûralê ya lûleyên neftê (qeza Svêrdlovskê) dike. Eva karxane ya yeke here mezine ne ku tenê li vê herêmê, lê usan jî li Rûsyayê.
Sala 1999-an cara ekemîn Zêlîmxan bû nûnerê Dûma (parlamênta) dewleta Rûsyayê. Salên 2003-an û 2007-an jî ew dîsa hate hilbijartinê. Lê 2012-an ew cara çaran bû xûdanê namzeta nûnervanîyê ya parlamênta Rûsyayê.
Salên nûnervanîyê Zêlîmxan Mûsoyêv karekî mezin kirîye. Ew bûye xudanê weke 20 projeyên hiqûkdarîyê û qanûnvanîyê. Salên dirêj ew wek cîgirê serokê komîtêya kar û barên der ya Dûma dewleta Rûsyayê xebitîye. Ew usan jî endamê koma navberîya parlamêntan ya Asamblêya Şêwra Avropayê bû.
Sîyasetmedarên Rûsyayê Zêlîmxan Mûsoyêv nas dikin wek hevkarekî xweyî herî jêhatî û cêribandî, yê ku dikare di rewşa here giran de rê û dirbên çareserkirina pirsgirêkên aborî bibîne û bîne sêrî. Gelek caran ewî sipartinên Prêzîdêntê (Serokê) Rûsîyayê li ser dereca bilind pêk anîye û qedandîye. Pevgirêdanên wîye baş bi parlamêntên van dewletan re hene: Herêma Kurdistanê, Îran, Îraq, Tirkyê, Gurcistan, Ermenîstan, Azerbêcan û yên mayîn. Ew hedem diçe Kurdistana Başûr, bi seroketîya herêmê re rûdinê û ra dibe.
Zêlîmxan li Moskvayê ew mala Mele Mistefa Barzanî demekê maye, bi kîsî xwe kirî û dixweze bike mal-mûzêya pêşîvanê gelê kurd. Serokvanîya Herêma Kurdistanê Zêlîmxan wek mirovekî dilsoz û şîrhelal, welatparêz û nunerekî gelê me hesab dike.
Zêlîmxan Mûsoyêv ji bo xebata xwe ya bêqusûr bi gelek xelatên dewleta Rûsyayê ve hatîye rewakirinê: ordêna Dostanîyê, mêdal ordêna «Ji bo emekê li ber Weten» ya dereca 2-an, ordêna civakî ya «Netewê Rûsyayê» û gelekên dinê.
Zêlîmxan 7 zimnan dizane. Ew xudanê du pirtûkane: «Di navbera dema bihûrî û pêşerojê de» û «Jîyana bi îsaf».
Zêlîmxan Mûsoyêv zewicîye, bavê 5 zarane. Du kurên wî–Amîran û Alîk bi bazirganî-bîznêsê ve mijûlin.
Zêlîmxan dema xwe ya aza hiz dike makînên kevnar nûjen bike. Kolêksîya wî ya makînên usan heye. Ew wêjeya dîrokî jî hiz dike û dixwîne, bi dîroka gelê me ve hijmekare.
PRÎSKÊ MIHOYÎ,
cîgirê serokê beşa çapemenîyê ya Wezîreta
çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),
rajnamevanê vê komarê yê emekdar.