Komara îdamê û çanda namerdiyê

Komara îdamê û çanda namerdiyê
Ji serdema sefewiyên talanker û nifşparêz heya roja îro kuştina kurdên nîştiman perwer plana yekê ya dewleta navendî ya Îranê bûye. Piştî serhildana Emîrxanê Lepzêrîn ev kîn û dijminahî li Urmiyê û pê re jî herêmên din yên rojhilatê Kurdistanê gihîşt dereca xwe ya herî bi tirs û xof. Lê ew ne bi rêç an jî qanunên şer belkî tim bi xapandin û fêlbazî rastî kurdan hatine.
Qûran bi destê mîr û padişahên wan hatine îmzekirin, lê rêberên kurd bi Qûrana îmzakirî re kuştine. Di bîranînên xwe de jî ew bêşermane behsa van bêexlaqiyên xwe dikin.
Ev karê wan padişahên bêpar ji hemû sifetên exlaqî, rizî û bêterbiye bi sedan sal e ku bûye rêbaza kar û xebata berpirsên îraniyên desthilatdar jî. Sefewiyan dest pê kir û qacarî, pehlewî û meleyan jî ’çanda namerdî û bêtifaqiyê’ di pergala serweriya xwe de perwerde, berfireh û ramanên kîn û dijminahiya kurdan wekî tovekî di mejiyê neviyên xwe de jî çandin.
Hêzên komara îslamî her çaxê ku di qada xebata şoreşgerên kurd de rastî şikestiyê tên, dest bi darvekirinên komî û girtiyên siyasî dikin. Havîna sala 1988’an û kuştina bi hezaran kesî, sala 1989, 91 û heta roja îro karê wan li hundir û derveyî sinorên Îranê teror, bidarvekirin û topebarankirina şoreşgeran bûye.
Di rewşekê de ku bi hatina Hesen Ruhanî re dewleta nû li ser dûrketina ji şidetê, edalet, zêdekirina mafên kêmnetewên etnîkî-olî, vekirina atmosfêrên siyasî li welat, azadkirina girtiyên kurd û belûç û bi dehan mizgîniyên din diaxivî û desthilatdariya tije tirs, girtin û kuştin a serdema Ehmedî Nejad rexne dikir, dîsa du ciwanên kurd û 16 kesên belûç jî bidarvekirin. 16 kesên ku her yek girêdayî komeke siyasî bû, lê hemû bi tawanekê hatine kuştin.
Gelo çima kuştina girtiyên siyasî li Kurdistanê?! Ev bersivek bû ji daxwazên PJAK’ê û partiyên din yên rojhilatê Kurdistanê re ji bo destpêkirina muzakere û diyalogê bi komara qaşo îslamî re? Ev bersivek bû ji Ehmed Şehîd re ku demek pêş rapora xwe ya di der barê mafên mirovan de li Îranê belav kir? Wan dîsa xwest bi bîra partiyên me kurdan bînin ku li Kurdistanê ’pisrgirêka kurd’ tune û em tu qîmetê naden daxwazên we yên siyasî-neteweyî?
Di rewşa îro de bidarvekirina girtiyên siyasî karekî ehmeqane yê rayedarên komara îslamî bû ku fenatîzma serdema Neunazîyên faşîst bi bîra me tîne.
Hebîbûlah Gulperîpur û Îlham Îsmaîlî (Mamedî) bi tawana hevkarîkirina bi PJAK’ê re li girtîgehên Urmiyê û Selmasê hatine bidarvekirin. Di hemen rojê de tê gotin ku pîrejineke kurd a 65 salî jî li girtîgeha Urmiyê hatiye bidarvekirin.
Dadgehên ku girtiyên siyasî tê de tên dadgehkirin, destûrê ji îdara Êtlaatê distînin. Yanî berê ceza hatiye diyarkirin. Serokê dadgehê jî di rûniştineke 5 deqeyî û formalîte da hukimê îdara Êtlaatê dixwîne. Mafê îtirazê jî nadin parêzer û girtiyên siyasî. Ev kar ji sedî 100 li dijî hemû xalên benda 7’an a qanuna dadgeha tawanên giran li Îranê ye.
Gulperîpur û Mamedî beriya dadgehê bi hemû şêweyên hovane îşkence kiribûn. Îşkenceyên fîzîkî ji hêlekê û yên rûhî jî ji hêla din di hemû salên mayîna wan a di zindanên komara terorê de berdewam bû. Ew bi tawanên wekî; ’Çalakî û propagande ji bo hizbeke kurdî ya li dijî pergalê, muharibe an jî şerê li dijî hikûmeta xwedê li rû erdê, ramanên cudaxwaziyê û hwd’ bi giranî tên îşkencekirin û tirsandin. Kesek dikare li dijî dewletekê xwedî ramanên siyasî û cuda be, lê gelo çima li dijî girtiyên kurd tawanên wekî ’şerê bi xwedê’ re bi kar tînin!? Ew bi vê re dixwazin hîs û baweriyên olî yên civaka şîiyên Îranê li dijî şoreşa kurdan bilind bikin an jî meşrûiyetê bidin cewherê cinayetên xwe yên neqanûnî.
Hebîb bi tawana ’hebûna pirtûkan û peywendiya bi dayikên aştiyê’ re hatibû girtin. Îlham jî li pey dayîna raporta caş an jî xayînekî kurd ku guya hevkariyên lojîstîkî dane PJAK’ê, hatibû girtin. Her du jî ji malbatên feqîr û kurdperwer bûn. Tu kesek bi qasî girtiyekî siyasî nikare li ser wan derd û eleman biaxive ku ji bo armancên xwe yên pîroz neçar bi kişandina wan bûye. Ji ber wê jî H. Gulperîpur li beşeke nameya xwe ya ku ji girtîgehê derketiye derve wiha dibêje: “Tevî hemû girtinên domdirêj û îşkenceyên fîzîkî û rûhî ku ez heya sinorê mirinê birim û şikayeta wê min ji organên cûr bi cûr ên dewletê re şandine, lê li vî welatî dengê me ji hûcreyên zindanên me derbas nabe, çi bigehe bi wê hindê ku guhdarvan jê re hebin…”
Îlham bêguneh û bêbelge hatibû girtin. Ew kesekî derddîtî û ji çîna hejar a civakê bû. Sala 2006’an li gundê Dêrikê (girêdayî bajarê Selmasê) li pey teqîna kepsûla gaza aşpêzxanê xanim û du zarokên xwe ji dest dabûn. Ew malbateke kurdperwer in ku ji mêj de ye boy doza welatê xwe xebatê dikin.
Lê tevî van hemû kuştinên kêmdîtî pêwîst e rayedarên komara mirovkuj û keftarên sedsalê tiştekî qet ji bîra nekin: “Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhûlî, Îlham Mamedî û Hebîbûlah Gulperîpur rêberên bizava nû ya Kurdistanê ne. Nayê texmînkirin ku komara neîslamî û têhnî bi xwîna azadîxwazan bikarîbe bi rêbazên şidetê vê hêza girêdayî gel bixe ser çokan.
Sed heyf û mixabin rêxistin û organên ku ev qas li ser mafên mirovan diaxivin, li hemberî van kuştinan ’Holokostî’ û ’Serdema Navîn an jî Vustayî’ tenê temaşegerên başin û bes. Ew li hemberî karên hovane yên vê komarê bêhêz, kerr û lalin.” Di dawiyê de tenê dikarim bêjim ku hezar tif û lehnet li vê çanda we ya namerdî, xapînok û wê keramet û şerefa we be ku di hemû temenê xwe yê tije qir û tevkujiyê de hûn jê bêpar bûne.
awelat