Komîteya amadekar ji serokatiya herêmê daxwaz dike da ku daxuyaniya xwe sererast bike

Komîteya amadekar ji serokatiya herêmê daxwaz dike da ku daxuyaniya xwe sererast bike

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî xwest, daxuyaniya xwe serokatiya herêmê ya li ser rapora Heyeta Rojava sererast bike. Komiteyê got ku heger sererastkirina pêwîst neyê kirin, dê orjînala raporê bê weşandin.

Rawêjkarê Serokê Herêma Kurdistana Federal Umîd Sebah, der barê lêkolînên lijneya lêkolînên Rojava de roja 3’ê Îlonê daxuyaniyek dabû. Sebah diyar kiribû ku di li gor raporê ti belge nîne ku li Rojava komkujî pêk hatibe. Sebah gotibû ku kesên di komkujiya li herêma Helebê de jiyana xwe ji dest dane di encama pevçûna du komên çekdar de hatine kuştin û destûr ji heyetê re nehatiye dayîn ku biçe Amûdê.

Rapora Heyeta Rojava ku li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn kiribû, roja 29’ê Tebaxê ji aliyê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ve hatibû qebûlkirin û kompyayeke wê ji Barzanî re hatibû şandin.

Piştî daxuyaniyê, Sekreterya Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd careke din kom bû. Di civînê de hat xwestin ku daxuyaniya der barê rapora Heyeta Rojava de bihête sererast kirin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê, ev daxwaz bi belavokeke bi îmzeya endamên Sekreterya Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Dr. Kemal Kerkukî, Ronahî Serhat, Sadî Pîra û endamê Komîteya Amadekar Zekî Şengîl, ji Barzanî re hatiye ragihandin. Di belavokê de hatiye xwestin ku bi daxuyaniyeke nû, daxuyaniya 3’ê Îlonê ya li krg.org (Serokatiya Herêma Kurdistanê) hatibû weşandin, were sererastkirin.

Nûçe dibêje heger Barzanî di dawiya vê hefteyê de piştî betlaneya xwe daxuyaniyekê nede, tê payîn ku  Sekreterya Komîteya Amadekar daxuyaniyekê bide û orjînala rapora Heyeta Rojava aşkera bike.

Di civînên 12-13’ê Tebaxê yên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ya li Hewlêrê de, komîteyek ji bo çûyîna Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin.

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî, piştî komkujiya li Helebê ya 29’ê Tîrmehê-1’ê Tebaxê nameyek ji Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd re şandibû û xwestibû ku êrîşên komên El Qaîde yên li Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike.