Komîteya Amadekar pêncemîn civîna xwe pêkanî

Komîteya Amadekar pêncemîn civîna xwe pêkanî

Komîteya amedekar ya Kongerya Netewî ya Kurd pêncemîn civîna xwe pêk anî. Di civîna komîteyê de biryar hat girtin ku nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û çendiyên welatên din bi awayekî fermî ji bo kongreyê bên vexwendin. Her weha nûnerên Tirkiye, Îran, Îraq û Suriyê jî weke çavdêr beşdar bin. Dê nûnerên Suriyê ji opozîsyonê bin

Biryare ku 24-25’ê Tebaxê kongreya netewî ya Kurd li bajarê Hewlêrê bi beşdariya hemû partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê bihête lidarxistin. Der barê civînê de endamê komîteya amadekar Reza Kehbî ji televizyona Rudaw re axivî û diyar kir ku her pênc partiyên Rojhilat biryar dane ku endamên beşdar bi hevbeşî diyar bikin. Ne ku her partiyek nûnerê xwe bişîne.

Kehbî diyar kir ku ji bilî her pênc partiyan dê nûnerên partî rêxistinên din yên rojhilat jî nûnerên xwe bişînin. Endamê komîteya amadekar Xefûr Mexmûrî jî got ku biryar hatiye girtin ku hejmara mêhvanan dê 300 kes be. Mexmûrî got ku dê ev mêhvan beşek ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya welatên Ereb be. Her weha beşek jî ji wan kesayetên navdar û dostên Kurd be, ewên ku piştgiriya biratiya Kurdan kirine. Mexmûrî got: ’Nûnerên Tirkiye, Îran, Îraq û Suriyê jî beşdar dibin. LÊ nûnerên Suriyê dê opozîsyon be ku Neteweyên Yekbûyî wan pesend dike.

Her weha hate gotin ku ji bo amadekariyên kongreyê baş birêve biçin biryar hatiye dayîn ku komîte bihêne sazkirin.