Komîteya Amdekar sêyemîn civîna xwe pêkanî, Kongre di 24’ê Tebaxê de ye

Komîteya Amdekar sêyemîn civîna xwe pêkanî, Kongre di 24’ê Tebaxê de ye

Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd civînên xwe yên amadekirinê berdewam dibe. Sêyemîn civîna komîteya amadekar bi tevlîbûna hemû endaman îro li bajarê Hewlêr pêk hat. Hate gotin ku wê civîn sibê jî dewam bike.

Komîteya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd sêyemîn civîna xwe ya beşa îro pêk anî. Civîn piştî n^vro destpêkir û beriya fitarê bi dawî bû. Hate gotin ku hemû endamên komîteya amadekar di civînê de amade bûne û civînê 4 demjimêran ajotiye.

Hate gotin ku piştî beşên din ên vê civînê bi dawî bin dê daxuyaniyek bihête dayîn.

Ji aliyê din ve li gor îdîaya di malpera Rudawê de hate weşandin dê di civîna îro de biryar hatiye girtin da ku Kongreya Netewî di 24’ê Tebaxê de bihête li darxistin.