Komkujiyeke wekî ya El Nusra li Mêrdînê

Komkujiyeke wekî ya El Nusra li Mêrdînê

Di derbarê bûyera komkujiyê ya Mêrdînê de berfirehiyên nû.

Di bûyera ku 19 ê Êlûnê rû dayî de aşkere bû ku 2 jin û 3 zarok hatine kuştin. Lê di bûyerê de aliyê herî seyr ewe, dema ku êrîşker gula dibarînin ser 2 jin û 3 zarokan, dayika zarokan xwe davêje ser zarokên xwe, di wê navberê de zarokekî birîndar li dayika xwe dinêre.Êrîşkerê ku dinêre zarok birîndare guleyekê li serê zarok dixe û dikuje.

Bûyer ji ber doza erdê û ku bûye arîşeya xwînî rû daye.

Kesên hatî kuştin, Emine Ipek(24), Mirza Ipek(4), Narin Ipek(11), Suleyman Ipek(5) û Ayşe Suer(45) aşkere bû ku ji ber doza xwînê ku berî bi salekê destpê kirî hatine kuştin. Hate diyarkirin ku berî bi salekê li Stewrê ya ser bi Mêrdînê ve ji ber erdê arîşe di navbeyna malbatên Erkan û malbatên Suer û Ipek de derketiye. Di pevçûna destpêkê de çek hatine bikaranîn û di vê pevçûnê de Ali Erkan û Osman Erkan hatine kuştin. Wekî şikdarê vê bûyerê Abdulkadir Suer û Celil Suer û xwarzê/brazî yê wan Mehmet Ipek jî bi rêka dadgehê hatine girtin.

Xwestin xanî bişewitênin malbatê têde bişewitênin 2 zarok mirin

Di encama van kuştin û pevçûnan de jina Mehmet Ipek, Emine ipek bi 7 zaroyên xwe ve koçî Amedê kir. Li Amedê li cem xizmên xwe malbata Suer bicî bû. Li vira jî di dîroka 29 ê çile yê îsal de ji aliyê dijberên wan ve agir bi xaniyê wan hate xistin ku 13 kes têde dijîn. Di bûyerê de zarokên Emine Ipek Ferzende Ipek(5 salî) û Nurhak Ipek (3 salî) jiyana xwe ji dest dan û 11 kesên dî birîndar filitîn.

Li gorî zanyariyên malbatê, armanca dijminên wan ew bû ku malbatê tevî di xanî de bişewitînin, lê dîsan jî ji aliyê rayedarên komarê û hêzên ewlekariyê yên tirk ve tû lêpirsîn nehatiye destpêkirin û ser bûyerê hatiye girtin.

Hovîtiya ku di arîşeyên xwînê de jî nehatî dîtin li Mêrdînê qewimî

Jin û zarok bi boneya dîtina girtiyên xwe serdana girtîgeha Mêrdînê ya Şêweyê E yê kirin. Li pêş girtîgehê ji alyê 2 kesan ve rastî êrîşa çekdarî hatin. Ev herdû kes bi hesanê gûle li ser malbatê barandin. Her çend dayika zarokan xwestibe ku zarokên xwe biparêze dîsan jî ne karî li pêş êrîşê tiştekî bike. Êrîşkera bi hesanî jerrojên dermanceyên xwe guhertin û 5 kes ji endamên malbatê kuştin. Zarokê ku birîndar mayî jî hetanî nekuştin ji ciyê bûyerê dûr neketin.

Li gorî şahidên bûyerê leşkerên nobedarên nexweşxanê tu heldan nekirine û bûne temaşevanê bûyerê. Bûyer 15 gavan li pêş wan rû da ye, tê gotin ku leşkerên nobedar destek gule barandibana asman jî kujeran ne dikarîn tiştekî bikin an jî dê ewqas mirov nehatibane kuştin. Wekî dîtir jî endamên malbatê di nava serzîvrêneriyeka mezin de dibêjin ku bûyera şewitandina xanî jî eger ku ser nehatibane girtin û doz vebûbaya diba ku ev rewş nehatibane jiyandin.

Endamên malbatê yên mayî li bajêr hildane bin parestinê

Piştî vê bûyera hovane hêzên ewlekariya komara Tirkî ji nû ve endamên malbatê yên heyî hildane bin parestinê.

Rewanbej.net