Kongreya netewî carek din hate taloq kirin!

Kongreya netewî carek din hate taloq kirin!

Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd piştî du mehan îro li Hewlêrê civiya. Di civînê de ku 3 saetan berdewam kir, biryar hat wergirtin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bê taloqkirin.

Li gor nûçeya malpera Bas Newsê Komîtaya Amadekar a Kongreya netewî îro li Hewlêrê civya û piştî civînê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî bi beyannameyekê ragehand, Kongreya Neteweyî ya Kurd ku biryar bû 25’ê vê mehê li Hewlêrê were lidarxistin hatiye taloqkirin bêyî ku tarîxek bê destnîşankirin.

Di beyannameya Komîteya Amadekar de ku kopiyek ji gehiştiye destê BasNewsê wiha tê gotin: ’’Îro Komîteya Amadekar li Hewlêrê civiya. Piştî gotûbejeke dirêj û vekirî derbarê temamnebûna pêdiviyên girêdana Kongreya Neteweyî de ku biryar bû 25’ê vê mehê were lidarxistin, ji ber hinek pirsgirêkên siyasî û temamnebûna amadekariyan em nikarin Kongreya Neteweyî di dema diyarkirî de lidarbixin.’’

Beyanname wiha berdewam dike: ’’Lewra em dixwazin ji hemû aliyan re rabighînin bi navê hemû endamên Komîteya Amadekar a Kongreyê ku nûnertiya hemû partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê dikin, em daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê dikin.’’

Herwiha tê tekez kirin ku dê Komîteya Amadekar li ser kar û civînên xwe berdewam be bo qedandina pêdiviyên lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd di demeke maqûl de û wiha tê gotin: ’’Em hêvî dikin ku pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin û berjewendiyên bilind ên neteweyî liber çav bên girtin ku evna jî zemînê xweş dike bo Kongreya Neteweyî were lidarxsitin.’’

Jêder Bas News