Kongreya Netewî ya Kurd hate paşxistin

Kongreya Netewî ya Kurd hate paşxistin

Di civîna komîteya amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd de biryar hate dayîn ku kongre di meha îlona îsal de bê sazkirin.

Komîteya amadekar di civîna xwe ya doh de biryar da ku Kongre bihête paşxistin. Endamên komîteya amadekar ya kongreya neteweyî doh heta derengiya şevê civiyan û li ser hinek mijaran gotûbêj kirin. Endamê rêveberiya komîteya amadekar ya kongreyê Seidî Ehmed Pîr der barê naveroka civînê de ji malpera Rûdawê re ragihand, ji ber ku heta dema lidarxistinê kongreyê (24ê Tebaxê) derfetek kêm maye û amadekarî jî xilas nebûye neçar dimînin kongreyê paş bixin û meha îlonê saz bikin.

Endamê kumîteya amadekar dr. Kemak Kerkûkî jî ragihand, dê dema sazkirina kongreyê di civîneke rojnamevanî de û bi amadebûna hemû endamên kumîteyê ji raya giştî re were eşkerekirin. Hat gotin ku kongre dê di nav 10 rojên destpêkê yên meha îlonê de bê sazkirin.

Di civîna kumîteya amadekar de jibilî dema kongreyê, xebatên komîsyonan, dabeşkirina delegeyan bi ser beşên Kurdistan û bûyerên rojavayê Kurdistanê jî hatin axaftin.

Biryar bû kongreya neteweyî 24ê Tebaxa 2013 li Hewlêrê bê sazkirin.

Jêder Rudaw