Konseya bilind ya Referandûmê biryarên giring dan. 

Konseya bilind ya Referandûmê biryarên giring dan. 


Konseya bilind ya Referandûmê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û beşdariya Cegirê Serok Kosret Resûl Elî, Serwezîr Nêçîrvan Barzanî, nûnerên baweriyên olî û nûnerên gelên dîtir yên herêmê li Erbîlê devera Pîrmamê pêk hat.

Piştî civînê hate ragihandin ku Serokê Komisyona Bilind ya hilbijartinê û Giştpirsiyê Hendirên Mihemed dinderbarê amadekariyên Referandûmê de zanyariyên teknîkî rave kirine.

Hate diyarkirin ku Hemî kom û komisyonên girêdayî jî, ji bo 25 ê Êlûnê amadene.

Hate zanîn, piştî şiroveya rewşa siyasî û helwestê civata navnetewî beramberî Referandûmê ev biryarana hatine dayîn;

1- Biryar hate girtin da ku şandeya li gel Bexdayê hev bibîne ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cêgirê Serok Kosret Resûl Elî ve bête diyarkirin.

2- Çareseriya arîşeyên Parlementoyê û ji bo piştgiriya Referandûmê di nava du heftiyan de Parlamento têkevê kar.


3- Di derbarê kom û pêkhatiyên Parlementoyê û pivanên serpereştiya wê de hizir hate ravekirin û diyarkirin.