Kovara Zenith nexşeya Kurdistanê danî ser bergê xwe

Kovara Zenith nexşeya Kurdistanê danî ser bergê xwe

Kovara siyasî û ya lêkolînan ya Elmanî ya bi navê Zenith, di hejmara xwe ya dawî de nexşeya Kurdistanê danî ser bergê pêşiyê. Di hejmara Tîrmeh/Tebax ya kovarê de li ser bergê kovarê sernivîsa “Ma hîn jî ev welat dikare were astengkirin?” û neqşeya Kurdistanê heye.

Kovara  Zenith bebetên xwe der barê bûyerên li cîhana Îslamê û welatên Rojhilata Navîn yên siyasî, kutlûrî, aborî û civakî dinivîse û cîh dide analîzan. Zenîth di hejmara xwe ya nû de cîh da Kurdistanê. Kovarê di vê hejmarê de- lêkolîn û analîzên der barê Kurdistanê de 30 rûpelin. Nivîsa pisporê Rojhilata Navîn Udo Steinbach nivîsanidye dibêje ku kes nikare statuya Kurdan asteng bike.  Stenbach dibêje Kurd li Rojhilata Navîn mezintirîn koma gelane, bê dewlete lê êdî şansê wan heye ku bibin dewlet.

Di nivîsê de behsa “pêvajoya aştiyê” ya li Tirkiyeyê, li Iraqê bi hukûmeta Bexda pirsgirêkên heyî, şerê desthilatê ya di navbera Şîî-Sunniyan û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tê kirin û tê gotin ku ev mijar destên Kurdan bi hêz dike.

Kovara Zenith ji aliyê weşanxaneya weşanxaneya Levante Verlag ve ji sala 1999’an vir ve derdikeve. Li welatên ku Elmanî dihête axaftin kovarek bi navûdenge.

Rewanbej.net