Kurd dibin yek û hevsengî diguherin

Kurd dibin yek û hevsengî diguherin

Nivîskarê rojnameya Radîkal ya Tirkiyê Murat Yetkîn di nivîsa xwe ya evro de behsa civîna dawî ya amadekariya Konferansa Netewî ya Kurd dike û dibêje ’heta demek nêzîk jî li dijî Kurdan çar hikumet dibûne yek û Kurdan her yekê bi awazekî digotin. Lê niha rewş hate guhertin û berovajî bû.

Nivîsakarê rojnameya Radkîkal ya Tirkiyê Murat Yetkîn di nivîsa xwe ya îro bi ser nivîsa ’Kurd dibin yek û hevsengî diguherin’ de cih daye civîna amadekariya Konferansa Netewî ku doh li Selehedînê pêk hat û şiroveyek berfereh kiriye. Yektîn dibêje ku ev civîn ji civînên berî hemûyan jî giringtire û dibe ku ev di wateya rast de bibe konferansa netewî. Yetkîn diyar dike ku nûnerên partiyên Kurdan yên her çar perçeyan û yên saziyên medenî di civînê de amade bûne.

Di berdewama nivîsa xwe de Yektîk weha dibêje: ’Partiya Demokrata Kurdistanê dê malavaniya konferansê bike, lê diyare ku rola sereke dê bibe ya PKK’ê. Ji ber ku PKK bi rêxistinên xwe yên çekdar yên çar perçeyan de beşdar dibe. Konferansên beriya niha li ser fişarên Tirkiyê ku qebûl nedikir PKK beşdar bibe, pêk nedihat, an ku mirî ji dayik dibû.

Lê vê carê rewş cudaye; bi taybet jî di warê demî de û atmosfera siyasî de…

Yektîn diyar dike ku Bihara Ereban ku pişta xwe pêve girêdabûn li Suriyê têk çû, li Misirê noqê avê bû. Beriya ku li Suriyê şerê navxweyî derbikeve Kurd ji vê rewşê sûd wergirtin û kar kirin. Niha li Suriyê opozîsyona herî bi rêxistin û ya pişta xwe naselmîne hêzên derve ya sereke PYD ye û Kurdin.

Di payîza sala 2012’an de dema ku rewşa Suriyê aloz bû, El Nusraya ser bi El Qaîdê derkete holê. Di vê demê de serokwezîr Erdoxan ji bo çareseriyasiyasî ya pirsa Kurd û ji bo pêşiya xwînê bigre hewldana destpêkirina hevdîtinên siyasî di gel PKK’ê, kir. Dema ku Tirkiyê ev gav avêt Tehrana ku heta wê demê di gel PJAK’ê di nava pevçûna de bû, destê xwe dirêjî Qendîlê kir û ji Anqerê dûr ket.

Di wê navberê de li Suriyê PYD’ê seranserê sînorê Tirkiyê gavên ber bi xweseriyê avêt. PYD weke serkeftiyê şoreşa Kurdan ya Suriyê, beşdarê konferansa Hewlêrê bibe.

Yetkîn di nivîsa xwe de dibêje ku Erdoxan gotiye ji qonaxê veger nîne. Pirsa Kurd jî her diçe zêdetir wesfekî navnetwî digre. Her ku Ocalan di gel Enqereyê yariya polîsê baş û ne baş dike karê Erdoxan jî xiraptir dibe.

Yetkîn dibêje: ’Kurd armanca xwe ya bingehîn naveşêrin. Doza serxwebûna Kurdan. Yekitiya li ser axê nebe jî her wekî peymana Schengenê modela sînorên bêyî karîger, evro nebe jî sube’. Yetkîn dipirse ka heger armanca bingehîn ev be, gava ji vê şunde çiye û diyar dike ku ew jî dê di konferansa Hewlêrê de bihête gotubêjkirin.

Yetkîn nivîsa xwe wiha encam dide: ’Heta demek nêzîk jî Kurdan her yekê bi awazekê dixwend Tirkiye, Îran, Îraq û Suriye li dijî wan dibûne yek. Niha hikumetên van her çar welatan her yek bi awazekê dixwînin û Kurd dibin yek. Di dîroka herêmê de cara yekemîne ku rewşek weha derdikeve. Heger mirov hizir bike ku petrol û gaz jî bikeve nava vê mijarê, ev dê hevsengiyên li herêmê biguhere.

Rewanbej.net