Kurd û Fars, Îran û Kurdistan!

Kurd û Fars, Îran û Kurdistan!

Kurd û Fars, Îran û Kurdistan!

Di dirêjahiya dîroka jiyana Kurdan û Îraniyan a bi hev re siyaseta kuştin û ji holêrakirina Kurdan armanca yekê a rayedarên Sefewî, Qacarî, Pehlewî û komara qaşo îslamî bûye. Sûçê Kurda tenê du tiştên esasî bûne.
1. Daxwaza mafên xwe yên netewî kirine,
2. Di warê olî de dest ji ola xwe bernedane û bidarê zorê nebûne Şîi.
Tevkujîyên hovane li rojhilatê Kurdistanê li pey şerê Çaldiran(1514 zayînî) û şikesta Îraniyan zêde û zêdetir bûne. Şah Îsmaîlê Sefewî ji bo parastina sinorên serxwebûna Îranê û çêkirina dîwarekî bilind li hemberî hêrêşên çandî-olî ên Erebên sonnî faktora mezheb bikar anî. Wî bi fêrmîkirina mezhebê Şîitiyê karek kir ku Îranî ziman, çand û bi giştî nasnameya xwe ya netewî li hemberî Ereban biparêzin. Bi awayekî ku em îro vê rastiyê dibînin:“ Îranîyan ola îslamê pejirandin lê kultura wan nepejirandin“. Ji ber wê jî mîna netewên din neketine bin bandora çanda Ereban, lê ji bo duristkirina zemîneyeke wiha di çarçova sinorên Îranê de carna li dijî Kurdan, Ereban, Belûçan û Tirkmenan tevkujîyên wisa mezin pêk anîne ku dîroknivîsên Îranî jî pirî caran li ser dinivîsin. Wan bi hemû awayan xwestine ku kêmnetewên etnîkî û olî di nava dînê fêrmîyê dewletê de hell bikin, lê heya roja îro jî bi temamî biser neketine.

02
Çima bêbawerî
Kurdan li rojhilatê Kurdistanê ji bo mayîn û xweparastinê kedeke mezin dane. Hinek ji sedemên ku li wê para axa Kurdistanê heya roja îro jî baweriya Kurdan bi desthilatdariya Îranê tune, evin:
1.Xwe himwilatiyên derce du û sê dibînin.

2.Apartayida millî-olî li Îrana îro mîna a serdema Sefewîyên Şîi ye ku li dijî Osmaniyên Sonnî û Erebên misliman bûn. Li pey serhildanên mezin di dirêjahiya sêsed salên derbasbûyî de sedan hezar Kurd li wilayetên Ûrmiyê û Sine hatine kuştin û dûrxistin.

3.Paşdamayîna rojhilatê Kurdistanê ji her hêlê ve. Wan qet û qet nehiştine ku herêmên ku Kurd têde dijîn di warên aborî û çandî de ber bi pêşve biçin. Ger îro li herêmên weke Mako, Xoy, Bane, Serdeşt û hwd Kurd di warê pileya xwendinê de bêhêzin tev vedigere wê siyaseta şovînîstî a desthilatdariya navendî li Îranê ku hê jî berdewame. Elbete tevî ku Kurd li wan herêman feqîr û hejarin lê heza wan ya ji doza netewî bihêze.

4.Terora siyasî-çandî li derve û hundirî rojhilatê Kurdistanê. Ji çaxê Sefeweyîn şovînîst heya roja îro (ku meleyên mohafizekar li ser karin) di du qadên îmhakirinên fîzîkî û çandî de Îranîyan serî li hemû rêç û rêbazan dane. Hemû lîder, siyasetmedar, rewşenbîr û gire-girên Kurdan ku bi awayekî xwestine nunertiya doza netewa xwe bikin, di çaxê hevdîtinên siyasî de hatine kuştin. Ji Mengor axayê Mameş bigire heya şêxên malbata Gîlanîzadeyan, Cewer axayê Şikak, bavê wî û birayê wî Simkoyê Şikak, Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo, Dr. Sadiq Şerfkendî, Ferzad Kemanger, Şirîn Elehûlî û dehan kesên din li derve an jî di nava sinorên Îranê de hatine teror û îdamkirin. Vê siyastê kîneke wisa mezin di nava du aliyan de afirandiye ku êdî çi bawerîya Kurdan bi Îranîyan nemaye.

5.Derewên rojê û xapandikarîyên dîrokî ku hêjî siyaseta Îranê li ser wê rêbaza çewt dimeşe. Ew dema li pey çêbûna bûyerekê tengav dibin, serî li hîlekarî û rêbazên sextekariyê didin. Îro ku behsa serxwebûna başûrê Kurdistanê tê kirin, Îranî sifetên weke:“ Îranîyên esîl Kurd in, ew parazvanên sinor û serxwebûna Îranê ne, em tev Arî ne û hwd“ ji Kurdan re bikar tînin. Mixan ji salên 1970an û şûnde li jêr zexta Farsên şovînîst û qaşo şoreşger de hinek lîderên Kurd jî bi dirûşmên wan yên berraq hatine xapandin û pirî caran wiha dibêjin:“ Em ji her Îraniyekê Îranîtirin…“. Tevî beyankirina vê gotinê û nerazîbûna gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji xwediyê gotinê, Îranîyan di qada siyasî de ew camêr jî kuştine û îro ji rêbaza Pêşewa Qazî pir dûrin.

6.Bêbaweriya Kurdan bi desthilatdariya navendê û reva ji wan ku em vê rastiyê di roja îro de baştir ji her demê dibînin. Îro çavê Kurda bêtir ji Tehranê li Hewlêr û Amedê ye. Li ser esasê dîrokeke wiha tije hîle û nexweşî gelo ma Kurd ne mafdarin ku îro daxwaza serxwebûn an jî cudatiyê ji dewletên cîran bikin?

Wek tê zanîn Kurd û Fars her du jî Arî ne. Di 612ê beriya zayînê de Kurdan yekemîn emperatorî li felata Îranê damezirandin. Piştre Hexamenişî hatin, lê divê hûn vê rastiyê baş bizanîbin ku dema behsa dîroka Îranê tê kirin, ne padişahên Îranî, ne dîroknivîsên wan yên neteweperest û ne jî rayedarên komara qaşo îslamî a îro Medan Îranî nahesibînin. Mesela wan destpêka salnameya xwe a fêrmî ne 612ê beriya zayînê belkî sala 559ê beriya zayînê anku çêbûna emperatoriya Hexamenişî dane destnîşan kirin.

Stratêjîyek şaş û taktîkên Îranê
Îranî di dan û standinên bi Kurdan re xwedî stratêjîyek dûr û dirêj nebûne, belkî tim bi taktîkên tije sextekarî û rojane tevgerîne. Îro jî ew rastiyên Kurdan û hêza wan ya çar perçeyî nabînin. Ew di wê baweriyê de ne ku bi refrandoma ku qirare di mehên dahatî de li başûrê Kurdistanê bê kirin, Îraq yê perçe bibe, piyê zilhêzan yê zêdetir li herêmê vebe, asayêş û emniyet jî li rojhilata navîn namîne.“ Ji ber vê jî hemû hewlên xwe dide ku:
1.Ji dijberiya Amerîka a bo serxwebûna Kurdistanê sûdê bistîne û di dan û standinên xwe yên bi USA re liv û lebateke mezintir daye dest pêkirin, lê divê Kurd jî ji helwesta Îsraîlê sûdê bistînin û lobiya wan ya bihêz li cihan û bi taybetî jî li Amerîka dikare nêrîn an jî helwesta siyasetmedarên wê zilhêzê bigûherîne.
2.Ji hêla din Îranî şev û rojan dixebitin ku di navbeara Kurdên başûrê Kurdistanê de pirsgirêkan biafrînin û YNKê û KDPê bînin hemberî hev. Lê piştgîrîya gel ji bo refrandomê û hevgirtina hemû hêz û partiyên siyasî rê nade çend kesên ku dixwazin bi piştgîriya hemû alî a Îranê rê li ber vê pêvajoyê bigirin.

Kurd û desthilata demokratîk
Di çend salên derbasbûyî de Kurdan li başûr û bakurê Kurdistanê û îro jî li rojavayê Kurdistanê liyaqeta xwe îdarekirinê ji dost û dijminên xwe re îspat kirin. Îro li başûr pênc partiyên sereke di hikûmetê de desthilatdarin û karê welat birêve dibin. Azadîya siyasî heye û opozîsyon xwedî reng û nasnameya xwe a sê salên berê nîne. Wezaret di navbera wan partiyan de hatine parvekirin û heta kêmnetewên etnîkî-olî jî di kabîneya hikûmeta nû de bi awayekî aktîv beşdarin.
01

Serxwebûna Kurdistanê û sê faktorên girîng
Sê faktorên ku li başûr Kurd dikarin pişta xwe bidene wan û bi refrandomekê re serxwebîna xwe îlam biken evin:
1.Hêza leşkerî – meinewî
2. Hêza aborî
3. Dîplomasî
Di çend salên derbasbûyî de Kurdan bi hêza xwe a leşkerî ev rastî dane îspatkirin ku dikarin li hemberî artêşa Îraqê û Daîşê li ber xwe bidin. Bi taybetî jî ger di warê çek û silehan de mîna dewleta navendî bihêz jî nebin, lê hêza Kurdan a meinewî pir baş û bilinde.
Di warê aborî de jî Kurd xwedî petroleke pir zêde ne. Ji heft kampaniyên bazara petrolê li cihanê çar ji wan li Kurdistanê ne. Cihan muhatcî enerjî û petrola Kurdistanê ye. Ev faktor baştrîn amraz an jî wesîleye ku divê Kurd di qada dîplomasiyê xwe a bi derve re sûdê jê bistînin. Lê divê hikûmeta Kurdistanê bihayê bide hibirîna hundirîn a welat jî. Piştgîriyê bide karê avedankirina gundan û karê kişt û kaliyê. Ger di vê siyasetê de ew rastî şikestê bên ewê di prosesa „refrandom û ber bi serxwebûnê ve“ rastî gelek nerihetî û arêşeyên giran bên.
Di karê dîplomasiyê de Kurd di çend mehên derbasbûyî de xwedî liv û lebateke mezin bûne, lê di karê dîplomasiya derve de serkeftîtir bûne. Divê di nava sinorên welatê xwe de jî hevgirtîtir bin û nehêlin aliyekî siyasî an jî kesek bikeve bin bandora gotinên rojê yên Qasim Silêmanî, Malkî an jî aliyekî din. Birêveberên hikûmeta başûrê Kurdistanê divê di dîplomasiya xwe a bi perçên din yên Kurdistanê re jî pir zîrek û çalak bin. Îro partiyên mezin ên weke PKK, BDP, KDP(başûr), Goran, PJAK, KDP(rojhilat), Komele û PYD di nava gel de xwedî hêz û alîgirên xwe ên pir zêde ne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û herêmên din yên veqetiyayî Kurd tev muhtacî hêza meinewî û fîzîkî a hevin. Di vê qadê de divê Kurd lîstikvanên jîr û zana bin.

Pêvajoya nû û qedera Kurdan
Êdî di çavê Kurdan de sinorên destçêkirî bêwate ne. Di cihananeke demokratîk de jî divê rêz li „dengê gel“ bê girtin û UN encamên helbijartinan bibîne û bipejirîne. Karê ku li îyaleta Kebk(Canada), li sala 1962an li Elcezayêr, sala 1970an li Behrîn kir û mesela bi cudabûna Behrîn ji Îranê erd û esman negehiştin hev. Li başûrê Kurdistanê zemîneya ji bo karekî wiha jî heya radeyekê heye û sala 2005an 98% a Kurdan di refrandomekê de daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirin. Ez di wê baweriyê de me ku bi vê refrandomê re şerîiyeta Kurdistanîbûna Kerkûkê, Xaneqîn û herêmên din yê îspat bibe. Herwiha neşerîibûna peymanên Sayks –Pîko, Lozan û Seidabad yê baştir rûyê xwe nîşan bide.
Êdî Rohilata Navîn pêwîstî bi dîzayneke nû heye. Piştî têkçûna Soveyetê Îranê pir xebitî ku komara Azerbayican ava nebe, lê ew komar heye û di sionên bakurê Îranê de du komarên Ermenistan û Turkemenistan jî hene.
Gelo ma ji Îranê re baştir nîne ku li cihê dijberiya bi Kurdan re ew jî dest bi reformên bingehîn bikin, mafên 15 milyon Kurdan û kemnetewên din bidine wan, dest ji siyaseta sentarlîzimê berde û rastiyên siyasî, demgrafî û aborî ên welatê xwe bibînin?! Başe êdî ew bizanîbin ku dema dirûşmên salên 1980an çûye ku diqêriyan:“ emê îsal li cihê petrolê, şoreşa îslamî bifiroşin cihanê“.
Ji bo Îranê jî modelekî fedralîzimê yê mîna Ewropa dikare careke din dawî bi hemû qir û tevkujiyan li herêmê bîne ku Îran ji sala 1979an û pêde tim û tim li pey bûye û hereketên îslamî teşwîq kirine. Li gor rojnameya guardian heya dawiya sala 2012an Îranê 23 milyon dolar hevkarî dane rêxistina îslamî a Hemasê, lê encama vê siyasta wan tenê bûye sedem ku îro di herêmê de bi tena serê xwe bimînin. Bi giştî êdî qêrîna Kurdan eve:“ Mafê xwe dixwazim, ne kêm, ne zêde.“ Û elbete ez jî vê gotinê bi bîra we tînim:“ Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne.“

KAKŞAR OREMAR
10. 06. 2014