Kurdê Herêmê Serok Barzanî dixwazin

Kurdê Herêmê Serok Barzanî dixwazin

Hewlêr – Rêxistineke civaka sivîl rapirsiyeke encam da, di bersiva pirsekî de derket hole kû 69 % hemwelatiyên Kurdistanê dixwazin Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê careke din bo posta Serokê Herêmê xwe kandîd bike.

Îro danê sibehê li bajarê Hewlêr, navenda Asûde, kû rêxistineke civaka sivîle, eşkere kir kû, di demên bûrî de yekem xula zîncîreya rapirsiyên xwe encam dan û têde 3 hezar forim dabeş kiribûn, di wan forman de çend pirsyarek hatibûn araste kirin ji wan, beşdariya lîsteyên deshilatê bi cûday, û lîsteyên kû karî serkeftinê di hilbijardinên bûrî de bînin û kandîda serokayetiya Herêmê û sozên opozisyonê bikin mijarên vê rapirsiyê.
Derbarê pirsiyarekî de kû taybet bû bo rêjeya hilbijardinên Herêmê, 60% hemwelatiyên herêmê amadene bo çûna ser sindoqên dengdanê, 29% heta weke niha nizanin dê biçin bo dengdanê yan na?.
Derbarê vê rapirsiyê de, Mazin Mistefa, serpereştiyarê siyasî yê rêxisitna Asûde, got kû: Ev rapirsî beşa yekeme ji zincîreya rapirsiyan, kû heta 21/9 îsal dê encam bidin, dê her carek tewerekî bigre dest û di beşa dûyemîn de dê taybet be ser destûrê Herêmê.

PNA