Kurdistan û Kurdên Sosret!..

Kurdistan û Kurdên Sosret!..

Di zimanê Kurdî da gelek peyvên xweş hene.

Gor helwesta ew kesên ku wan peyvan bikar tînin, wateya wan jî tên guhartin.

Wek peyva “Sosret”…

Peyva sosret ji bo helwesteke çê û xirab jî tê bikaranîn…

Xêncî wateya wê, dengen ku tê da cîh digrin ew jî wek melodîyên muzîkê li min xweş tên.

Loma di nivîsên xwe da zêde bikar tînim.

Bi taybetî jî jibo kurdên tevlihev…

“Kurdên sosret…”

Kurdên ku peyva sosret nas dikin û wate ya wê dizanin, nîyeta min baş fahm dikin û gotinên min jî bi wî awayî dinirxînin…

Lê Kurdên ku bi nêrîna li ferhengan ji vê peyvê hayîdar dibin, ne wateya wê ne jî gotinên min fahm dikin.

Wê gavê jî diqahirin û “sosretîyekî” din dikin.

Ev yek jî sûcê wan nîne.

Jiber ku mejûyê Kurdan jî wek axa wan, ji alî dagirkeran va hatîye dagirkirin.

Kurdistan bûye çar, mêjîyê Kurdên sosret jî bûye çilûçar parçe…

Xêncî parçekirina dagirkeran, mejîyên wan gor bîr û bawerîyên wan ên olî û îdeolojîk, gor jîyana wan a rojane û berjewendîyên wan jî parçe parçe bûye.

Sedema parçebûna mêjî jî ziman e…

Gor xebatek hevbeş a ku, di sala 2013an da ji alî zimanzanan va bi navê “Les Langues du monde” hatîye kirin, hejmara zimanên ku hê li rû dinê dijîn di navbera 2500-3500 da tên guhartin.

Mixabin ji wan zimanan, zimanên ku îro ji alî milyon kesan va tên axaftin û wek zimanê sereke tên binavkirin ew jî ji sedî zêdetir, ji dusedî jî kêmtir in.

Di nav wan zimanên sereke da, zimanê ku ji alî Kurdan va neyê axaftin, ez bawerim nîne.

Jiber ku îro Kurd li seranserî dine belav bûne û wêlatê ku tê da Kurd nejîn, nema ye.

Kurdên ku li ser axa xwe dijîn, bi zimanê dagirkerên xwe, yên li seranserî dine koçber bûne, ew jî li kîjan welatî dijîn, bi zimanê wî welatî diaxifin…

Tenê bi zimanê xwe yên zikmakî, ew zimanê ku bi sedsalane di bin destan da maye û hê nemirîye, naaxifin…

Halbûkî ziman ne tene amûrê axaftinê, ew berdevkê mêjî ye.

Mêjî jî bi hunera ziman, hunera berdevkê xwe dikemile…

Bi rîya berdevkê xwe jî helwesta xwe nîşan dide…

Kurdê ku di jîyana xwe da zimanê Îngilîzî, ya jî zimanê Firansî bikar bîne û bi wî zimanî bijî, mêjîyê wî jî wek mêjîyê Îngilîzek ya jî Firansizek dikemile…

Kurdê ku zimanê Tirkan bikar bîne û bi wî zimanî bijî, ew jî weke Tirkek dijî û tevdigere…

Sedem vê yeke ye ku îro her Kurdek, sosyalist û enternasyonalîst e…

Olperest û ometperes et…

Liberal e, demoqrat û otokrat e…

Her Kurdek dibe her tişt, mixabin tene nabe Kurd û Kurdperwer…

Weke gunehên xwe ji Kurd û Kurdperwerîyê dûr direve…

Carcaran nêzik bibe jî, di bin tesîra taybetmendîyên xwe yên cûda da dimîne û sosretîya xwe nişan dide…

Weke mîsal…

Tişta ku ji Başûrê Kurdistanê ra bixwaze, ji Rojavayê Kurdistanê ra naxwaze…

Ya jî, ji serkeftina li Rojavayê Kurdistanê ra çepikan lê dixe, gavavêtina jibo serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî wek îxanet bi nav dike…

Bi radestîkirina Kerkûkê va digirî, jibo têkçûna Efrînê ji nûha da dua dike…

Heger ku hê nehatibe parçekirin û dagirkirin, di mêjîyê her kurdek da Kurdistan îro jî yek e…

Di mêjîyê Kurdê welatperwer da Başûr û Bakûr, Rojava û Rojhilat ji hev cûda cîh nagre…

Jiber ku Kurdistan ji bavê bere da jî yek bû, îro jî yek e.

Di stranên mêrxasîyê da jî bi gotina “fîrarên bin xetê…” yekitîya Kurdistanê tê ziman.

Bav û kalen me axa xwe, welatê xwe Kurdistan bi çaral alî va yek didîtin…

Xeta ku ji alî dagirkeran va hatibû kişandin û wan ji pismam û dotmamê wan qetandibûn, tu car nas nedikirin.

Jibo axa parçekirî tene peyva “serxetê” û “binxetê” bikardianîn.

Fîrarê binxetê û serxetê jî jixwe û wekhev didîtin û li wan xwedî derdiketin…

Jiber ku axa wan bêriza wan ji alî dagirkeran va hatibû parçekirin û parvekirin…

Lêbelê ew li mêjî û berdevkê mêjîyê xwe xwedî derketibûn…

Bi ziman û çand û jîyana xwe va Kurd mabûn û nebibûn sosret…

Kurdên sosret jî, heta ku li ser koka xwe venegerin û Kurdistanê bi çaralî va yek nebînin, ne dibin Kurd ne jî ji gefên Tirk û Ereb û Eecaman xilas dibin…

15.01.2017

[email protected]