Kurdistan ya Kurda ye

Nivîskarê malpera T24 Oya Baydar di nivîsa xwe ya dawî ya malperê de amaje dike ku êdî dema naskirina realîteya Kurd û Kurdistanê hatiye û dibêje Kurdistan ya Kurda ye.
Naveroka nivîsa Baydar waha ye;
Beriya ku em bibêjin ’ Eve cihêxwaziye, harîkariya rêxistina terorîstiye, handana xeyalên Kurdistana mezine’ û tawanbar bikin, hêrsa xwe aş bikin û kêliyekê hizir bikin. Rojnameya harî bi karîger ya Tirkiyê eve 64 salin di bin nivîsa navê de xwe de weha dinivîse; ’Tirkiye ya Tirkane!. Weke Tirk kîjan ji me lêpirsîna vê dirûşma şovenî kir, kîjan ji me ne baş dît? Her weha em dizanin ku gel û kesên li ser axa Tirkiyê dijîn ne homojenin, tenê ne Tirkin, di vê erdnîgariyê de gelek ziman, ol û komên etnîkî hene. Başe ji ber çi dema dibêjin ’Kurdistan ya Kurda ye’ wesa vediciniqin?
Piranî gel bi erdnîgariya ku bi sed salan, hezaran salan li ser jiyane dihêne binav kirin. Berovajiyê vê jî raste. Gelê qedîm navê xwe li axa xwe dike. Turkistan ya Turkmenan, Ozbekistan ya Ozbekan, Kirgizîstan ya Kirgizan, Tacikîstan ya Tacikane. Di cihên ku komên cûda yên etnîkî,ziman û çandên cûda lê dijîn jî rewş weha ye. Li Birîtanya ya mezin herêma Wales (Galler) ya Waleshane. Îrlende ya Îrlandiyane. Li Fransayê herêma Bretagne ya Brotonan, li Îspanya herêma Bask ya Baskan, Katelonya ya Katelonan, Xirvatîstan ya Xirwatan, Bosna ya Boşnakan, Moxolîstanya Moxolane.
Dema ku mirov vêmijarê ji barê îdeolojîk, stratejîk, dîplomatîk derbixe çawa ku mirov bêje derya ya masiyane, gotina ’Kurdistan ya Kurdane, welatê Kurdane’ jî ew hinde sirûştiye.
Çi mifaya tirsê ji mirinê re nîne
Çi mifaya tirsê ji mirinê re nîne. Çi kêm, çi jî zêde bijî, aqûbet çi be ew dihête serê mirov. Heger gelek hatibe wê qonaxê ku ’ji bo xwe bibe gel’ di şertên guncayî de dikeve qonaxa netewbûnê. Di hevsengiyên roja îro ya cîhan û herêmê de eve pir zehmet û dijî pêşveçûna serdemê jî bihête dîtin di teoriy3e de eve gengaze. Û ya ji min ve ew gel bi mafe.
Gelê Kurd li vê herêmê di nava çar dewletan de perçe bûye, eve deh salin qonaxekê bi êş ya netewbûnê dijîn. Kurd piştî şerê cîhanê yê yekem ji aliyê hêzên emperyalîst ve ku serkêşiya wê Brîtanyayê dikir, li ser nexşeyê hatine çar perçe kirin. Di cîhana nû ya sedsala 21 an de li Kurdistanê xeyala avakirina avahiyek xweser dikin. Her weha ji bo vê xeyalê xwe bi cîh bînin pêngavan davêjin. Heger di nava sînorê çar dewletên desthiladar de rastê fişarê nehatibana, rastê cihêxwazî û pişaftinê, komkujî û zulmê nehatibana lêgera dewletek serbixwe jî nedikete rojevê. Lê wesa nebû. Di nava toz û dumana şer û pevçûnên herêmê de Kurd ber bi avakirina Kurdistana xweser dimeşin.
Raste an xelete, serdema dewlet netewe bi dawî bûye. Hevsengiyên siyasî yên li herêmê û cîhanê dest didin, nadin, dê encam baş bin, ne baş bin, dê baş bin ne baş bin; eve dikare bihête nîqaş kirin. Ya nayête nîqaş kirin ewe ku weke hemû gelan mafê gelê Kurd jî heye ku li welatê xwe serbixwe bin. Li welatekê ku ji şerê serxwebûnê deketiye û dewlet netewa xwe ava kiriye, balkêşe ku li hember hewldanên xeyala Kurdistana xweser û serbixwe, di gel çepgêr û rastgirên xwe kardaneye nîşan didin. Li dijî vê xeyalê hevgirtina çepgêrên netewperest û netewperestên Tirk îslam jî îroniyek siyasiye.
Ji xwe herikîna dîrokê rê nade kardaneweyek wesa. Li ser erdnîgariya çarperçeyên Kurdistanê avakirina Kurdistana xweser bi hêsanî û zû nebe jî dê pêk were. Ev sînorên heyî çawa di destpêka sedsala 20’an de ji aliyê emperyalîstan ve hatibe xêzkirin vê carê jî dê bi hêz û tekoşîna gelan bihête danan. Em bixazin, yan nexwazin, ras bibînin û nebînin, li dijî bin yan nebin, rê bidin yan nedin, eve tenê herika dîrokê dereng dixe lê nikarin bibe asteng.
Heger PYD terorîst be El Qaîde çiye?
Geşedan û nîqaşên li ser vê mijarê bi êrîşa El Nusraya ser bi El Qaîdeyê ya li dijî herêmên destê PYD’ê gur bûn. PYD li harêma Kurdan ya seranserê sînorê Tirkiyê û Suriyê eve demeke avahiyek xweser ava kiriye û gelê Kurd ji hovitiya şerê navxweyî parastiye. Hemû kes dizane ku Tirkiye harîkariya lojîstîkî dide El Qaîde/El Nusra. Ev cephe jî dixwaze Kurdistana Suriyê bixe destê xwe û avahiyên Kurd lewaz bike.
Tirkiye di polîtîkayên herêmê de xelete û bêyî pêşbîniye her weha li beranber xwe parastina PYD’ê ya axên xwe cephe girt. Rawêjkarê serok wezîr yê ku di mijara pirsa Kurd de parêzvanê polîtîkayên xelete bêyî ku li benda biryarên hikumetê bimîne yekser PYD tawanbar kir. Di qonaxa aşiyê de divê alî li ser gotinên xwe hişyar bin. Lê ji bo kesên hemîşe dibêjin ’PKK rêxistina teroriye’ PYD jî rêxistina teroriye. Heger xwesriyê beyan bike dê bersiva vê jî bihête dayîn. Lê heman derdor ji bo bê hêzkirina tevgera Kurd di gel El Qaîdeya rêxistina terorî karê hevpar encam dide. Nexwe rêxistna terorî ya kêr min dihêt başe, ya din jî ne başe.
Niha pirsa min eve ye: Li ser wan axan Kurd dijîn, ew der welatê wane. Divê mirov parastin û piştgiriya wan hêzan bike ewên xwedî li welat û axa xwe der dikevin, bike yan ya rêxistinên terorî yên tundraw ya dixwazin van axan bixe bin desthiladariya xwe, bike?
Heger em vegerin destpêka nivîsa xwe, her çar perçeyên Kurdistanê ya Kurdane, Kurdistan ya Kurdane. Ne şerte ku ji dewlet û welata ku di nav de dijîn cihê bibin. Ji xwe serokê herêma Kurdistanê yê Bakûrê Îraqê Mesût Barzanî hemîşe li beramber Tirkiyê zimanekê dostane bikar dihîne. Her weha Ji PYD hat Ocalan û BDP hemû nûnerên tevgera Kurd jî vê tiştê dubare dikin. Ji ber ku Kurd pêşveçûna herêmê û ya cîhanê ji dewleta Tirk, ji desthiladariya AKP, jimuxalefeta CHP, MHP baştir dibînin.
Di qonaxa deh salên dahatûyê de dê ev kar wesa bi rêve biçe. Di berdêla êşan de jî be, dê Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê gav bi gav li herêmê yekîtiya xwe ya xweser ava bikin. Dîrok guhê xwe nade gefên ji me bi hêztir jî. Tirkiyeya ku pirsa xwe ya Kurd bi rêya aşitiyê, bi pêşxistina demokarasiyê çareser bike û piştgiriya avahiya li herêmê bike dê birastî jî bibe hêza herêmê. Polîtîkayeke ku xweserî û azadiya gelan ji dil biparêze dikare bigehe kûrahiya stratejîk. Ya giring ewe ku zêdetir mirin, zulm û ruxyan oêk nehêt. Di nava pêncî salan de, sîh salan de, deh salan de ji gotina ’Tirkên Çiyayî’ em hatin naskirina nasnameya Kurd, ji kuştinan hatin dîyalog û mûzakereyan. Jiyan, dîrok û gel mamosteyên başin, emji wan fêr dibin. Ji xwe her sê aliyên me derya û her sê alkiyên me Kurdin. Divê em her duyan jî ji dest nedin û bikarin pêk ve bijîn.
Rewanbej.net