Kurdistana Ciwan û dirindeyiya neyaran

Kurdistana Ciwan û dirindeyiya neyaran

Erda Kurdistan hetanî neha hertim ji bo sûda dagirkeran û xêrnexwazan hatiye bikaranîn. Hetanî dehsalên dawiyê jî Kurdan tu sud ji xaka xwe wernedgirtin. Ji ber leyistikên hêz û dewlet û êl û eşîrên dewrûber yên gelê dîtir hertim çavkanî, dewlemendî, ciwanî û xweşikiyên Kurdistan ji destê Kurdan hatiye wergirtin û Kurd bi sextî û zehmetiyên mezin, kasibî û têkçûnê ve hatiye beramberî hev.

Herçend Kurda xayinên xwe, xirab û neyarên xwe jî ji nav xwe derxistibin dîsan di dîroka xwe de Kurdan hertim û tim li ber xwe daye û xwestine berhemdariya xaka xwe, xweşî û ciwaniya xaka xwe di bin xizmet û suda xwe de bikar bînin û li ser xaka xwe bi aramî bijîn.

Lê neyarên Kurdan ji vê yekê gelek hêrs dibin û di hesidin. Ji Erebên berî îslamê û piştî îslamê bigrin, ji baskên komên tirkên barbar bigrin, ji rêxistin û komên Ermeniyan ku li gel osmaniyan tevdigerîn bigrin hetanî bi dujminên îro yên ku ji destkeftiyên Kurdistanê hêrs dibin gelik hêz û kom û komaran dijmintiya Kurdan kirine.

Di ketina sedsala 21 an de êdî Kurd di serî de li Başûrê Kurdistanê bûne xwedî rewşekî azad. Wekî dema Şêx Mehmudê Berzencî, wekî dema Şêx Seîdê Pîran, Wekî dema Qazî Mihemedê Mehabadî û gelik dewr û demên dîtir êdî Kurd gehanê wê astê ku çekên xwe bi xwe çêbikin, perê xwe bi xwe çêbikin, nasnameyên xwe hebin, yasa û dezgehên xwe yên civakî hebin, parlemen û perlementerên xwe hebin.

Herçend di navbeyna Kurdan de nakokî jî xwekî nexweşiyekê hertim hebûbe , destkeftiyên Kurdan ji bo Kurdan dîrokîne û pîrozin. Bêgûman çawan ku bingehê zanebûn û destkeftiyên zanebûna Kurdeyetiyê li bakur hîna ji Şêx Ubeydullehê nehrî, ji Bedirxaniyan, ji berî wan û piştî wan dighêje hetanî bi Musa Enteran û berdewam tête hetanî Egîdê Mahsum Korkmaz û ji wira jî tê hetanî bi şervanên Kurd yên li çiyayên Dêrsîm, Amed, Xerzan, Cudî, Zagros û hemê deverên dîtir, li Başûr jî bi Keda Şêx Mehmudan, hetanî dighêje Nemir Mele Mistefayê Barzanî ku bi xwe û malbata xwe ve hertim di nav qada şer de bi hemî derfetên xwe siyaset û şer di rêka welatê Kurdan de meşandine, hetanî bighêjê Şoreşa Elûnê û hetanî serhildana 91 ê. Dîsan ji Keda Pêşmergeyên Yekîtî û Mame Rîşeyê fermandar û şerên dîjî rejîma sadam hetanî kedkarên Kurd yên ku bi dilê xwe jiyana xwe gorî vê xakê kirî. Û bê gûman ji destpêkê ve cangoriya Kurdên Rojava û yên Rojhilat ku bê hesab xwe dane doza Kurdewarî û ji bo parçeyên dîtir ketin qada şer. Hetanî bi destkeftiyên îro yên li Rojava û rêka azadiya Kurd û Kurdistanê.

Kurdistan bi vê kedê ava bû û ava dibe. Ev yek jî bêgûman bêhnê li xêrnexwazan diçikîne û pêşî li fen û fêlê wan digre. Pêşî li pîlan û nexşê wan digre.
Ewlekariya li başûrê Kurdistanê, kar û barên aborî ku ji bo cîhanê dibête çavkaniyek, Demokrasî û azadiya Kurdistanê dilê dijminan reş dike û xewê wan xewnên wan di herimîne. Li welatên ewrûpa jî ew rehetî û ewlekariya ku li Silêmanî, li Hewlêr, li Duhok nîne, li Welatê Tirkiyê jî ew demokrasiya ji bo hilbijartinan û mafê mirovan û derfetên civakî ji bo malbat û nişteciyan nîne. Dema ku her biyaniyek tête Kurdistanê vê aramî, ewleyî û saxlemiyê dibîne. Bêgûman hesûdiya komar, hêz, kom û kesên dîtir li himber Kurdan wana har dike û dibê sedem ku li ser Kurdan leyistokan bihizirin.

Teqînên Hewlêr yên îro jî êrîşeke li himber destkeftiyên Kurd û Kurdistanê.  Bi destê xayinan dibe an bi destê hêzên veşartî, bi destê El qaîde dibe an bi destê hêzên ku herroj li hewlêrê li ser maseya nexşê tunekirina Kurdan dikin hêzên welatên derdor qet cewaziya wan nîne. Ji aliyê kêve dibe bila bibe ev êrîşana bêhezmî û hesûdiya dijî destkefiyên Kurdan dide nîşandan. Hesûdî û nexwaziya demokratîkbûna Kurdistanê dide nîşandan. Kurdan bi hilbijartinên navxweyî ji hemî cîhanê re aşkire kirin ku di asta herî bilind de dikarin demokrat bin. Bi kêmasî û xeletî û hindek aloziyan ve jî Kurdistan him di warê demokrasiya xwe, him di warê saxlembûna siyaseta xwe ve ji gelik welatên cîhanê pêşdetire. Ev êrîş li dijî vê pêşketinê hatiye kirin.

Bêgûman tu derfetê wan dijmin û xêrnexwazan nîne ku destkeftiyên Kurdistanê têk bidin. Kurd bi Bakur û Başûr, Rojhilat û Rojava yê xwe ve êdî di rêk û astekî bêveger de ye. Bi hemî rengî em êrîşa dijî destkeftî û serkeftinên Kurdan Şermezar dikin sersaxiyê ji bo Şehîdên Kurd yên di encama êrîşê de şehîd ketin dixwazin, ciyê wan beheşt be.

 

Her êrîş hêrsbûna dijmin û hesudiyê dide nîşandan, her êrîş bawerî û xwesteka Kurdan ji bo destkeftiyên xwe û azadiyê zêdetir dike.

Rewanbej.net