Kurdîya Dengê Emerîka û Sputnîkê

Ji bilî malperên kurdî yên rojane nûçeyan parve dikin, malperên biyanî yên wekî dengeamerika.com û sputnik.news.com jî hene. Her wekî tê zanîn dengeamerika.com a Amerîkayê ye, sputnik.news.com jî ya Rûsyayê ye.
Heke mirov di warê rastnivîs û dîtbariyê de dengeamerika.com û siputnîkê bide ber hev, sputnîk hîn zêdetir biqalîte xuya dike.
Dema ku mirov bala xwe dide dengeamerika.com'ê mirov di warê rastnivîsê de gelek şaşitiyan dibîne. Hema bibêje di her nûçeyekê de çend şaşitî hene. Elbet şaşitî di siputnîkê de jî hene, lê ne bi qasî Dengê Amerîkayê.
Ya rastî ez niha naxwazim zêde berfirehî li ser vê mijarê bisekinim, lê ez ê çend nûçeyên ku li ber çavên min ketine parve bikim.
Çewtiyên malpera Dengê Amerîkayê
Mînak 1
Çewt
“Erdogan ev pêvajo jibo sazkirina dîktatorîya xwe bi kar anî. Jiber ku ji sîyaseta me ditirsin, hevserokên me, hevalên me kirin zindanan. Îro ji hevserokê me re, ji parêzvanên mafê mirovan re dibêjin terorîst."
Rast
“Erdogan ev pêvajo ji bo sazkirina dîktatorîya xwe bi kar anî. Ji ber ku ji sîyaseta me ditirsin, hevserokên me û hevalên me kirin zindanan. Îro ji hevserokê me re, ji parêzvanên mafê mirovan re dibêjin terorîst."
Mînak 2
Çewt
Derbara van pêşhatîyan de nivîskar û şîrovekarê sîyasî Rêzan Hido ji Dengê Amerîka re axivî.
Rast
''Der barê van pêşhatîyan de nivîskar û şîrovekarê sîyasî Rêzan Hido ji Dengê Amerîka re axivî.
Mînak 3
Çewt
“Ev demeke dirêj e, tunekirina konsepta sîyaseta me hatiye destpê kirin, jiber ku polîtîkayên me wan teşhir dike. Wan nîrxên hiqûqa gerdûnî danîne alîyekî û gotinên Erdogan weke ferman bi cîh tînin.”
Rast
“Ev demeke dirêj e, tunekirina konsepta sîyaseta me hatiye destpêkirin, ji ber ku polîtîkayên me wan teşhir dikin. Wan nirxên hiqûqa gerdûnî danîne alîyekî û gotinên Erdogan wekî ferman bi cih tînin.”