Kurdiya herfên latînî ne bi “Hawar” ê dest pê kiriye | Têmûrê Xelîl

Kurdiya herfên latînî ne bi “Hawar” ê dest pê kiriye | Têmûrê Xelîl

Elfabeya kurdî-latînî a ji alîyê dewleta Sovyet da testîqkirî

Em dizanin ku nivîsên gelek malperên kurdan hema bêje bêy kontrol çap dibin. Dema ji berpirsîyarên malperan ra bê gotin ku di malpera wan da şaşîyên fikirî, sîyasî, agahdarîyên bêbingeh hene, bi her awayî xwe jê dişon û dibêjin ku “Ew gotara filankesî ye, ew bi xwe ji gotara xwe berpirsîyar e“. Lê herkes – bêyî ku navê xwedîyê gotarê bide – dikare bibêje ku min filan rojê di filan malperê da gotarek xwend ku bi şaşîtîyan va dagirtî bû. Ango, tê wê maneyê ku şaşî ji xwedîyê nivîsê zêdetir ya malperê ye. Heta carekê min ji malperekê ra got ku di gotareke we da bi şaşîtî hatiye nivîsîn ku stirana “Hekîmo“ Karapêtê Xaço distirê, lê di rastîyê da yê ku wê stiranê distirê Şeroyê Biro ye. Xwedîyê malperê bersiveke weha da min: “Li ba me dêmokrasî heye, ew fikira wî ye“.

Heyf e ku şaşîtî li hin malperên kurdî yên wisa da jî çap dibin ku bi kalîteya xwe ya rojnamegerîyê va ser dereceya bilind in, ji alîyê xwendevanan va têne hezkirin û li ber dilên wan biqîmet in.

Van rojan min di malperekê da bi sernivîsa “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e!“ gotarek xwend ku di wê da xetên ha hene:

-Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû. Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15’ê gulana 1932’a de derket û heta 15’ê gelawêjê 1943’a 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûrîyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Mîr Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvaniya kurdî de xwedî cîhekî girînge, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye.

Ya rast ew e ku elfabeya kurdî ya latînî cara pêşin sala 1928an li Ermenistanê, ji alîyê nivîskarê kurd Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê bi esilê xwe va aşûrî hate çêkirin û ji alîyê hikûmeta Ermenistanê, herwiha hikûmeta Yekîtîya Sovyet va hate tesdîqkirin.

Piştî salekê, sala 1929an bi wê elfabeyê kitêba perwerdekirina zimanê kurdî ya Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo bi sernavê “Xo-xo hînbûna xwendina nivîsara kurmancî” li Yêrêvanê hat weşandinê. Bila herkes bizanibe ku ev pirtûka kurdî pirtûka bi latînî ya pêşin e li cihanê. Kî dixwaze wê bibîne, min ew diyarî daye pirtûkxaneya Enstîtûta Kurdî ya Parîsê.

Sala 1930î meha adarê li Yêrêvanê hejmara rojnameya kurdî ya ”Rya teze” ya yekemîn hat weşandin ku pişt ra bû rojnameya kurdî ya here temendirêj li cihanê û ji bo zimanê kurdî yê edebî û herweha edebîyata kurdî li Ermenistanê bingehek danî. Hetanî sala 1937an 613 hejmarên wê rojnameyê bi wê elfabeyê derketin.

Hema wê salê, sala 1930î, li paytextê Ermenistanê xwendinxaneya kurdî ya pêdagojîyê ya Piştkafkasyayê ji bona amadekirina dersdarên dibistanên kurdî hat vekirin.

Di eynî wextî da hemû dibistanên gundên kurdan yên li Ermenistanê bûn dibistanên xwerû kurdî û ji bona van dibistanan kitêbên dersan yên perwerdekirinê bi wê elfabeyê û bi zimanê kurdî hatin weşandin.

Vê elfabeya nû hilperîna edebîyeta kurdî jî çêkir, çimkî di wan deman da desteyeke nivîskarên kurd jî li Yêrêvanê saz bû. Ewana komeleya xwe di nava Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê da ava kir.

Kitêba berhemên şair û nivîskarên kurd ya yekemîn bi sernavê “Efrandina ewlin” di sala 1932an da li Yêrêvanê hat weşandin. Di wê da berhemên çend şairên kurd yên mîna Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Etarê Şero û yên dinê ku bi wê elfabeyê nivîsî bûn, cî girtin. Herweha berhemên hin ermenîyên ku bi kurdî dinivîsand jî tê de hene.

Wek em dibînin, bi elfabeya Celadet Bedirxan di salên pêşin da her tenê kovarek derketîye, lê bi ya kurdên Ermenîstanê rojnameyeke dehrojkî û bi dehan pirtûkên edebî û yên dersan.

Tu kes nikare van karan biçûk bibîne. Ev pirtûk û rojname ji alîyê kurdên xwenda, zana û welatparêz va derdiketin û di ser da jî kontrola dewletê li ser wan hebû, da bi kalîteya bilind û dagirtî bin.

Îro hemû kurd roja 15ê gulanê – roja derketina yekemîn hejmara kovara“Hawar“ê (sala 1932an) – wekî cejina zimanê kurdî pîroz dikin. Çima ne roja derketina hejmara pêşin ya rojnameya “Rya teze“ (hejmara wê ya pêşin 1ê adarê sala 1930î çap bûye)? Çima em ji alîyê kurdan da bikaranîna elfabeya kurdî bi kêmanî 2 salan paş dixin?

Piştî ewqas salan û ewqas karan, Celadet Bedirxan, bêyî ku haya wî ji elfabeya kurdî ya latînî ya kurdên Ermenistanê hebe, elfabeyeke nû çêkir. Ew du elfabeyên kurdî yên ji hev cuda bûn û ferqa mezin di nav wan da ew bû ku di elfabeya kurdên Ermenistanê da hemû deng hebûn, lê di ya Celadet Bedirxan da tunene. Em dizanin ku kurdên Ermenistanê û yên Sovyeta berê bi tevayî bi sebebên cuda cuda dest ji wê elfabeyê kişandin û niha elfabeya Celadet Bedirxan bi kar tînin. Lê tu kesî jî heta niha îsbat nekiriye, ka ji wan elfabeyan kîjan bêtir li gor qaîde û dengên zimanê kurdî bûn.

Merivê pêşin ku qîmetekî mezin daye elfabeya latînî ya kurdên Ermenistanê û destnîşan kiriye ku ew elfabe ji ya “Hawar“ê kevintir e, Celadet Bedirxan bûye. Celadet Bedirxan di hejmara “Hawar“ê ya 8an da (sal 1932) bi naznavê Herekol Azîzan behsa rojnameya “Rya teze“ û çend pirtûkên kurdî yên ji Rewanê sitendî dike (li wir nehatîye gotin, ku ew pirtûk û rojname Hecîyê Cindîyê nemir ji wan ra şandibû) û weha dinivîse:

-“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.

Bi tenê merivên wek Celadet Bedirxanê Mezin dikarin weha mezin bifikirin û weha binivîsînin.

Lê tevî vê jî eger îmkana min a pirskirinê hebûya, min dê ev her du pris ji Celadet Bedirxan bipirsîyana:

-Çima navê kovara we “Hawar“ e, lê ne “Hewar“ e û çima navê we Alî ye, lê ne Elî ye?

Ez bawer dikim ku wî dê bersiveke li gor mezinahîya xwe bidaya min û ez ê pê razî bibûma.

 

Riataza.com