Kurte filma Messiyê Bexdayê heştemîn xelata xwe wergirt

Kurte filma Messiyê Bexdayê ku derhênerê wî Sehîm Emer Xelîfe ye, heştemîn xelata xwe ya di festîvalên cîhanî de wergirt.
Derhênerê Kurd Xelîfe der barê vê mijarê de ji ajansa peyamnêr re ragehand ku kurte filma wî ya bi navê ’Messiyê Bexdayê, heştemîn xelata xwe ya filmên navdewletî wergirt. Xelata herî dawî jî di gera hefdehemîn ya festîvala filmên Orbanwarrd ya Emerîkayê de wergirt.
Derhênerê Kurd Xelîfe diyar kir ku çalakiyên vê festîvalê di 18 û 22 Îlonê de, li bajêrê New Yourka Emerîkayê hate sazkirin û ev festîval yek jê festîvala herî giring yê vê welatî ye.
Kurte filma Messşyê Bexdayê” heta niha heşt xelatên cîhanî wergirtine. Ji wan xelatan yek yê baştirîn kurte flima di festîvala Brîslo ya Îtalî bû û heman xelat jî di festîvala Golf ya sînemayî li welatê Îmaratê wergirt.
Filma bi navê “Xakê Pehlewana” ya derhênerê Kurd Sehîm Emer Xelîfe heta niha 24 xelatên sînemayî wergirtine.