Kuştdariya komara tirk li Lîcê û berdewamiya bûyerê - Panorama Hawarnet

Kuştdariya komara tirk li Lîcê û berdewamiya bûyerê - Panorama Hawarnet

AMED, bakûrê Kurdistanê (HAWAR NET) — Piştî hewldana qetlîamê adewleta Tirk a li Lîceyê Kurd ji bo protesto kirina terora dewleta Tirk daketin qadan. Her wiha li gellek cîhan mîtîngên “Hikumet Gavan Bavêje” hatin li dar xistin. Lê dewleta Tirk wekî her carê êrîşî çalakiya kurdan kir û “gav”ê xwe avêt. Her wiha di medyaya sosyal û Twittirê de bi sernavê #BerxwedibeAmed piştgirya bo berxwedana li Amedê derket pêş..

Li Amedê terora polîsên Tirk
 
Polîsan bi destwerdaneke tund êrîş bir ser meşa BDP’ê ya îro ku dihat xwestin bi dirûşmaya, “Hukûmet gav biavêje” were lidarxistin. Li ber avahiya bajêr a BDP’ê di encama destwerdana polîsan de herî kêm 5 kes birîndar bûn. Piştî destwerdana polîs a bi bombeyên gazê û ava şid girseya li ber Bulvara Turgut Ozal ku belav bû, polîs bi bombeyên gazê êrîşî avahiya bajêr a BDP’ê kir. Tevî hişyariyên rêveberên partiyê û parlamenteran jî polîsan bi dehan bombeyên gazê avêt avahiya bajêr. Gelek hemwelatî ji bo ji êrîşê xwe biparêzin ketin avahiya bajêr û malên derdorê. Hat dîtin ku polîsan bombeyên gazê avêtin şaneşînên hin malan jî.

Piştî reş ket erdê jî ku bûyerên li ber avahiya bajêr a BDP’ê berdewam kirin tê gotin ku hîn jî gelek kes di avahiya bajêr de ne. Piştî girse belav bû jî bi sedan polîsên bi kincên fermî û sivîl êrîşî mirovên ku li ser rêyan kirin. Polîs dujînan ji mirovan re dibêjin û bi daran jî êrîş dikin û hat ragihandin ku gelek kes jî di bin çavan de ne.

Ligel vê, hat ragihandin ku li ser Caddeya Emek û Caddeya Sento yên navçeya Baglar cih bi cih di navbera kom û polîsan de pevçûn hene.

Li Kurdistanê derabe ji bo Licê hatin daxistin

Li Amed, Farqîn, Elbak û Geverê, ji ber kuştina Medenî  Yildirim a ji aliyê leşkerên Tirk ve û bi wesîleya salvegera çalakiya gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci, derabe nehatin vekirin.

Ji ber kuştina Medenî Yildirim ê 18 salî yê, ku li gundê Hêzan ê navçeya Amed Licê bi gulereşandinê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat kuştin û bi wesîleya salvegera jidestdayîna jiyanê ya gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) îro li Amedê derabeyên dikanan nehatin vekirin. Ji serê sibê ve di serî de taxên Baglar, Ofîs û Şehîtlîkê, li gelek taxan dikandaran derabeyên xwe venekirin.

Li navçeya Farqînê jî, ji serê sibê ve dikandaran derabeyên xwe daxistin. Ji bilî dermanfiroşên nobedar û firinan, ti derabe nehatin vekirin û li navçeyê jiyan sekinî. Her weha kevnikekî mezin ê reş bi avahiya Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Farqînê hat kirin.Komkujiya li Licê, li navçeya Colemêrg Geverê jî bi daxistina derabeyên dikanan hat şermezarkrin. Li navçeyê ji bilî dermanfiroş û firinan ti der ne vekirî ye û polîsên Tirk jî li hin nuqteyên navçeyê bicih bûne.Li navçeya Wan Elbakê jî, dikandarên êrişa li dijî şermezar kirin, derabeyên xwe venekirin. Li vê derê jî ji bilî dermanfirok û firinê ti der ne vekiriye.

Ronîda ya ji bûyerê xilas bû: Ji qerekolê gule berdan ser me

Li navçeya Amedê ya Licê li gundê Hêzan welatiyên ku çêkirina înşatê protesto dikir û rastî êrîşa leşkeran hatin, kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bû. Ronîda Pervane yê

20 salî ku  birîndar bû diyar kir ku ji qerekolê gule berdan ser wan. Hate hînbû ku di nava leşkerên ku gule li ser gel barandine polîsên tîmên taybet jî hebûne û hate hînbû ji aliyê polîsan ve ji bo tespîta rêza barutê ya bîrandana, svapên destên wan girtine.

Ronî Pervane yên ku birîndar bû ji nexweşxaneyê taburcî bû. Pervane da zanîn ku piştî li ber qerekolê daxuyanî dane û vegeriyane ji qerekolê gule berdan ser wan.

Pervane got piştî êrîşê her der tevlihev bûye û jinek li erdê ketiye û ji zikê xwe birîndar bûye. Pervane got ew bi du birayên xwe hatibû çalakiyê û di dema bûyeran de li wan geriyeye û di wê demê de gule li pişta wî ketiye. Pervane got hêj di gule di bedena wî de ne.

Li Hambûrgê ji bo Rojava û Licê çalakî

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, Kurdistanî û dostên wan ji bo piştgiriya bi Rojava û şermezarkirina komkujiya li Licê çalakiyek lidar xistin.Bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, li Hauptbahnhof Hachmannplatzê bi piştgiriya ATÎK, DÎDÎF, AGÎF û Yekitiya Jinên Sosyalîst (SKB) mîtîngek hat lidarxistin.

Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn Nazan Urgut axivî û zextên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Urgut da xuyakirin ku komkujiya li Licê nayê qebûlkrin û got, “Divê li dijî zextan em hîn bêtir xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin.”

\"02\"

Rewşa Bulut ê li Licê bi giranî birîndar bû hîn jî xeter e

Di bûyera beriya niha bi 2 rojan a Lîcê de rewşa Metîn Bulut ku hîn jî xeter e, tedawiya 9 birîndarên li nexweşxaneyê jî berdewam dike.

Li Licêya Amedê berî niha bi 2 rojan leşkeran êrîş bir ser girseya ku çêkirina qereqolan protesto dikir. Di encama wê êrîşê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim hat qetilkirin û 10 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Metîn Bulut ê bi giranî birîndar bibû hîn jî xetere. Bav Behcet Bulut ku der barê kurê xwe de agahî da destnîşan kir ku kurê wî bi qismî be jî hatiye ser hişê xwe lê bi giştî şiyar nebûye û bijîşkan gotiye ku rewşa kurê wî hîn jî xeter e û di bin kontrolê de ye. Her wiha hat destnîşankirin ku tedawiya Ronîda Pervane berdewam dike û talukeya wê ya jiyanî nîn e. Dîsa di vê derbarê de hat ragihandin ku Veysî Ozmal ê birîndar piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketiye.

Der barê Ramazan Çakil ê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê û Dînar Demîr a sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê hatibû kirin de agahî nehatin wergirtin.

Însiyatîfa gel: bi rihê serhildanê dakevin qadan

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir ku êrîşa li Liceyê helwesta israra bêçareseriya dewleta tirk raxistiye ber çavan.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê ji ber êrîşa li Liceyê daxuyaniyek da û dewleta tirk hişyar kir.Însiyatîfê êrîş wekî encama peyamên Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan nirxand û got, piştî Erdogan pesnê terora polîsan peyamên neçareseriyê da, polîs û leşker jî ketin nava tevgerê êrişa hovane ya li Liceyê pêk anîne.Însiyatîfê anî ziman ku, ser-kujerê Medenî Yildirim û ser-berpirsyarê êrişa li Liceyê, Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan e.Însiyatîfê ji gelê kurd xwest ku bi rihê serhildanê derkevin qadan, xwedî li şehîd û birîndarên xwe derkevin.Însiyatîfê bi bîr xist ku BDP û KCD sibe ’di çarçoveya qonaxa dûyemîn ya pêngava çareseriya demokratîk de, bi silogana ’Hukumet gav biavêje’ meşek pêk tîne û wiha got:Divê gelê Amedê jiyanê rawestîne. Divê ti esnaf dikanên xwe veneke, ti şofur kontaktê nexebitîne. Divê di serî de jin û ciwan herkes bi silogana ’Ji Rêber Apo re azadî’ û ’hukumet gavan biaje’ tevlî meşên ’hukumet gavan biavêje’ bibin.

Dayika Yildirim: Dewlet xwe bi xwîna zarokên me xwedî dike

Dayika ciwanê 18 salî Medeni Yildirim ku di çalakiya şermezarkirina qereqolan a li Gundê Hezanê yê Liceyê de bi guleya leşkerên Tirk hat kuştin, Fahriye Yildirim diyar kir ku dewleta Tirk xwe di xwîna zarokên wan xwedî dike.

Ciwanê 18 salî Medenî Yildirim di 28’ê Hezîranê de dema li gel girseya gel, avakirina qereqolan li gundê Hezanê ya Navçeya Liceyê şermezar dikir rastî gulebaran leşkeran hat û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Yildirim duh ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Piştî wê li taxa Male Temira Mala Şînê hat vekirin.Li mala şînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Medenî Yildirim hatin vekirin. Dîsa alên Konfederalîzma Demokratik û PKK’ê hatin vekirin. Mala Sersaxiyê ku ji bo Yildirim hat vedan bi girseyî tê ziyaretkirin.Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredara Rezan, Hevserokên BDP’ê yên Amedê û gelek kesên din jî mala Sersaxiyê ziyaret kir.Di ziyaretê de Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk anî ziman ku şermezarkirina avakirina qereqolan mafekî demokratîk û mirovane ye û got: “Lê leşkeran li dijî mafê demokratîk gule berda ser girseyê û Medenî kuştin. Ev mirinek bi şeref e. Medenî şehîdê gelê kurd e. Dewlet siyaseta şaş dimeşîne. Ji ber ku li dijî mafê demokratîk, ciwanê 18 salî kuşt.”

Dayika ciwanê 18 salî Medeni Yildirim Fahriye Yildirim jî diyar kir ku dewlet xwe xwîna zarokên wan xwedî dike û wiha got: “Dewleta Tirk dewletek wisa ye ku kurê min şehît kir. Em naxwazin li gundê me qereqol bên avakirin. Emê heta dawiyê li dû vê  dozê bin û emê mafê xwe biparêzin.”

\"06\"
’Êrîşa Lîceyê êrîşa li dijî aştiyê ye’

Konê Çareseriya Demokratîk ku ji bo meşa demokratîk a HPG’ê bişopîne li Gundê Engesorê ya navçeya Tetwanê hat vedan bi girseyî tê ziyaretkirin.

Konê Çareseriya Demokratîk ku ji bo şopandina meşa çareseriya demokratîk a HPG’ê li Gundê Engesorê yê Tetwanê hat vedan bi girseyî tê ziyaretkirin. Îro heyata Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê kon ziyaret kir û piştgiriya xwe anî ziman. Di ziyareta kon de Sekreterê HDP’ê yê Bedlisê Hamza Ozkan axaftinek kir û diyar kir ku, ev êrîşa li dijî welatiyên Lîceyê yên avakirina qereqolan pêk anîn, li dijî aştiyê û pêvajoyê pêk hatiye.

Ozkan, da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê Newroza Amedê de banga dîrokî kiriye û wiha got: “Li ser vê bangê gerîlayên HPG’ê vekiyan dervê sînor. Hem PKK’ê û hem gelê Kurd berpirsyariya xwe pêk anî. Niha pêngava duyemîn destpê dike. Li gel aliyê kurdan gav avêt jî hikûmeta AKP’ê li dijî gelê kurd û Rêberê Gelê kurd zimanê şer bikar tîne. Înşaeta qereqolan berdewam dike. Êrîşa leşkeran a li Lîceyê êrîşa li dijî aştî û pêvajoyê ye. Em vê êrîşa li dijî gelê bê çek pêk hat şermezar dikin û em dê heta dawî vê dozê bişopînin. Em wekî Kongreya Gelan a Demokratîk dibêjin gelê me dê heta dawî li aştiyê xwedî derkeve.

Ozkan êrîşên li Parka Geziyê jî şermezar kir û binçavkirin û girtina endam û rêveberên  Partiya Sosyalîst û Demokrat (SDP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê şermezar kir. Ozkan, kesên di komkujiya Otela Madimakê de hatin qetilkirin jî bibîr anî û xwest kujer bên darizandin.

Li Dîlokê bi hezaran kesan ji hukûmet re gotin “gavan biavêje”

Li Dîlokê, di çarçoveya kampanya Navenda Giştî ya BDP’ê de bi hezaran kesan gotin “hukûmet gavan biavêje.”

Li Dîlokê, di çarçoveya kampanya “hukûmet gavan biavêje” ya navenda giştî ya BDP’ê, de bi hezaran kes îro ji ber avahiya BDP’ê ya navçeya Şahînbeyê heta Parqa Guzel Vadî meşiyan.

Di meşê de li gel Endamê Meclîsa Partiya ya BDP’ê Nîhat Akdogan, Hevserokên BDP’ê yên Bajêr Bedran Fermanolgû û Semra Şansal, bi hezaran kes amade bûn. Di meşê de alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên “Medenî Yildirim Namire” û “Bijî Serok Apo” hatin qêrîn.

Di dema meşê de, ji ber polîsan meş dikşand kamerayê, cih bi cih tengezarÎ derket. Li ser navê girseyê endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Nîhat Akdogan daxuyaniyek da. Akdogan Medenî Yildirim ê ji ber gulereşandina leşkerên Tirk li navçeya Amed Licê jiyana xwe ji dest da bibîr xist û got, “Guleyên li Medenî ketine, li aştiyê ketine. Gelê Kurd wê xwedî li aştiyê derkeve û rê nede provokasyonan. Serokwezîr bi mirovên aqilmend re civîn lidar xist. Rapor stend. Daxwazên gelê Kurd dît. Watedar e ku ev êrişa li Amedê piştî vê hevdîtinê rû daye. Mirovên Aqilmend daxwazên gel û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirin. Lê belê di şûna gavan biavêjin de, êriş kirin.”

Ciwanên Colemêrgî ji bo Licê daketin kolanan

Bi armanca şermrezarkirina komkujiya li Licê, ciwanên Colemêrgî daketin kolanan, rê li trafîkê girtin û agir dadan.Ciwanên Colemêrgî, bi armanca şermezarkirina komkujiya li navçeya Amed Licê, ku di encama gulereşandina leşkerên Tirk de Medenî Yildirim ê 18 salî jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bû, daketin kolanan. Ciwanan rêya li taxa Daggol li trafîkê girtin û agir dadan. Ji ber êrişa polîsan a bi ava şid, ciwanan bi keviran bersiv dan.

Mersîniyan ji hukûmetê re gotin “gavan biavêje”

Ji bo hukûmeta AKP’ê di pêvajoya çareseriya demokratîk de bikeve nava tevgerê, zêdeyî 10 hezar Mersînî bi dirûşma “Hukûmet gavan biavêje” meşiyan. Bi çalakiya rûniştinê ya piştî re meşê re jî, kuştina ciwanê Kurd Medenî Yildirim, hat şermerzarkirin.

Di çarçoveya kampanya “hukûmet gavan biavêje” ya Navenda Giştî ya BDP’ê, îro li Mersînê meşeke girseyî pêk hat. Zêdeyî 10 hezar kes li ber avahiya BDP’ê ya Bajêr li hev kom bûn û ji vê derê ber bi Taş Bîna ve bi dirûşman meşiyan. Li ber Taş Bînaê Parlamenterê BDP’ê yê Mersînê bi gotina Kurdî “Merhaba Hevalno” dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku hêzên demokratîk, ji bo aştî, demokrasî û azadiyê hêza xwe kirine yek. Kurkçu sê caran gotina “Em aştiyê dixwazin” dûbare kir û got, “Lê belê bi gotinê aştî nayê. Eger em aştiyê dixwazin, hingî ev tê wê wateyê ku me li pişt xwe şerekî giran hiştine. Jiyana 40 hezar mirovan, bi milyonan mirovên ji cih û warên xwe hatine kirin, gund û xwezaya hatiye şewitandin, ev hemû li pişt me li benda çareseriyê û dermankirinê ne.”

“GELÊ KURD VÎNA AŞTIYÊ NÎŞAN DA, DORA A HUKÛMETÊ YE”

Kurkçu diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan ji hemû demokrat û şoreşgerên Tirkiyê piştgirî dîtiye û got, “Lê em merak dikin, gelo hukûmet bi çi rengî nêzî vê dibe? Em dixwazin bersiva hukûmetê ya li pêşberî têkoşîna demokrasiyê bibînin. Bersiva aştiyê demokrasî ye. Bêyî demokrasiyê jî aştî nabe. Gelo hukûmet alîgirê demokrasiyêye yan na? Divê bi awayekî zelal bipeyivin. Gelê Kurd vîna aştiyê nîşan da, niha dor a hukûmetê ye. Gelo wê 10 hezar hevalên me yên li girtîgehan, zarokên me jinên me bên berdan an na. Wê hemû şoreşger bên berdan an na.”

Di mîtîngê de bi dorê Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Cemîl Elden, Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Mersînê Halîs Ernarîncî, Alîkarê Serokê Bajêr Orhan Hazar û Şaredarê Akdenîzê yê BDP’yî M. Fazil Turk ji gel re axivîn.

Komkujiya Licê li Cizîrê hat şermezarkirin

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrişa leşkerên Tirk a li dijî gelê Kurd hat şermezarkirin. Li Cizîrê, bi armanca şermezarkirina kuştina ciwanê Kurd Medenî Yildirim duh êvarê rêya bejahî ya E-24 a navnetewî li trafîkê girtin. Li ser çalakiya ciwanan, hejmareke zêde polîsên Tirk hatin cihê bûyerê.

Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê dest li çalakiya şermezarkirinê ya ciwanên Kurd werdan.

Ciwanan rêya E-24 li çûn û hatinê girtin û kontrola nasnameyan kirin. Bûyerên li navenda navçeyê heta derengiya şevê dewam kirin.

KCD’ê banga çalakiyan li Kurdistaniyan kir

Kongreya Civata Demokratîk KCD banga tevlîbûna meşên ’Hukumet gav biavêje’ li hemû kurdistaniyan kir.KCD’ê bi daxuyaniyekê ji kurdistaniyan xwest ku bi tevlîbûna meşan nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşan nîşan bide.KCD’ê bal kişandiye ser peyamên Serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan û wiha gotiye: Ev ne êrişeke tesadufe. Êrişeke li hemberî gelê kurde. Bi zanebûn û bi armanca provokasyonê hatiye lidarxistin. Dixwazin bi provokasyonan gelê me bitirsînin.KCD li hemberî êrişê pêwistiya berxwedana demokratîk aniye ziman û gotiye: Divê em bi berxwedana demokratîk bersiv bidin. Em ji hemû gelê xwe dixwazin tevlî çalakiyên ’pêngava çareseriyê’ bibin. Emê bi berxwedana xwe planên qirêj pûç derxin.

Racî Bîlîcî: Ziman û uslûbê Erdogan zirar dide pêvajoyê

Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) Racî Bîlîcî derbarê hevdîtina Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a bi Komîsyona Aqilmendan re pêk anî, axivî û diyar kir ku ev demeke dirêj e li ser sînor tevgerên leşkerî hene.Racî Bîlîcî derbarê vekişîna gêrîllayên PKKê ya ji nav xaka Tirkiye û bakûrê Kurdistanê wiha got: “Piştî biryara vekişandinê ya PKKê, me jî komîsyona şopandinê ava kir. Hat dîtin ku bi rastî jî tevgerên leşkerî gelek zêde ne. Bi taybetî jî li bajarên weke; Sêrt, Şirnex û Colemêrgê pirsgirêkên mezin hebûn.”Racî Bîlîcî dest nîşan kir ku ligel qereqolên berê qereqolên nû tên çêkirin û wiha got: “Cerdevan hîn di cihên xwe de radiwestin û leşker jî hîn li ser sînor in.”Serokê rêxistina Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) da zanîn ku hêzên çekdar ên PKK’ê ji bo nekevin pevçûnan û rastî cerdevaanan neyên, rêyên xwe dirêj dikin. Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) Racî Bîlîcî Bîlîcî derbarê axaftinên serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de jî wiha got: “Ziman û uslûbê serokwezîr ne yê çareseriyê ye û zirar dide pêvajoyê. Divê demildest eşkere

hawarnet.com