Kylie Bisutti dev ji rûtbûnê berda

Kylie Bisutti dev ji rûtbûnê berda

Peşindara Victoria Secret Kylie Bisutti bû Mesîhî û dev ji rûtbûnê berda.

Piştî ku Kylie Bisutti di nava 10 hezar keç de di warê mode, cil û berg û faşin de di Show a Victoria Scret de bi ser ket Peyamek belav kir. Kylie di peyama xwe de got ku ew dê bi vî rengî dest ji karê xwe berde û bi mêrê xwe Meick re li Montana ya Emerîka jiyana xwe ya xweş berdewam bike. Kylie diyar kir ku berî jî dema ku ev karê pêşandana cil û bergan(faşin) dikir xwe wekî parçeyekî goşt yê bê nirx didît. Ji ber vê sedemê jî Kylie diyar kir ku êdî ew dê di pey ola mesihî de, bi mêrê xwe re jiyanekî xewş û bextewer berdewam bike. Keylie vekirî rave kir ku di kiryarên xwe yên hetanî neha de di nava xeletiyeka mezinde bûye, li gorî xwestekê wênegiran ji bo pera tevgeriyaye û tenê erkê wê ewbûye ku temaşevanan har bike. Keylie di peyama xwe de got ku ev karê ku kirî û bala ku li ser wê kom bûye jî ne ji ber ciwaniya wê bûye bi taybet ji bo cilên binî û laşê wê yê tazî bûye. Keylie diyar kir ku neha bêhtir bextewere û ji biryara xwe ne poşmane.

rewanbej.net