Lavrov: Divê Neteweyên Yekbûyî terora li dijî Kurdan şermezar bike

Lavrov: Divê Neteweyên Yekbûyî terora li dijî Kurdan şermezar bike

Rusya carek din êrîşa li dijî gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê dixe rojevê û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dike ku şerê navxweyî yê li Suriyê bihête rawestandin. Wezîrê karên derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku komkujî û terora li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê û terora li Sûriyê şermezar bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê RIAN, Wezîrê karên derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, piştî civîna di gel wezîrê karên derve yê Ganayê derket pêşberî rojnamevanan û rewşa li Sûriyê nirxand. Lavrov ji bo komkujî û terora li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tê meşandin got, “Divê êdî dawî bi dawî bibe. Hêviya me ewe ku Konseya Ewlekariyê ya NY bê şert û merc hemû çalakiyên terorane şermezar bike û helwesteke hevgirtî nîşan bide.

Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov roja Sêşemê jî piştî hevdîtinên Wezîrên Derve û Parastinê ên Rûsya û Îtalyayê di civîna çapemeniyê de axivîbû û gotibû, “Derengketina Konferansa Duyemîn ya Cenevreyê wê rê li ber zêdebûna wendahiyên sivîl ên li Sûriyê veke.” Lavrov bibîrxistibû ku, hikumeta Suriyê qebûl kiriye ku bê şert û merc heyetê bişîne konferansê.