Lêpirsîna bûyera komkujiya roboskî radestî kuşdarê wê kirin

Lêpirsîna bûyera komkujiya roboskî radestî kuşdarê wê kirin

Dozgeriya bilind ya komarê ya Diyarbekrê, lêpirsîna ku di derbarê bûyera Roboskiyê dimeşand bi dawî kir. 28 ê Qanûnê sala 2011 ê li Qilaban/roboskî yê ji aliyê firokên şer yên komara tirkiyê ve 34 mirovên Kurd hatibûn kuştin. Ji hingî ve doza vê bûyerê ji aliyê dozgeriya bilind ya komarê ya diyarbekirê ve dihate meşandin. Dihunê hate ragihandin ku lêpirsîna bûyerê qediyaye. Dadgehê biryar da ku lêpirsîna bi navê – bûyîna sedema kuştina ji kesekî zêdetir mirov  û – xirab bikaranîna erkan- êdî radestî Dozgeriya Leşkerî bike. Di heman demê de hate diyarkirin ku di belgeyan de tû destnîşaniya gûmanekî li ser kesekî nehatiye kirin. Êdî ji neha û pêve dê biryara vê yekê dozgeriya leşkerî bide.

Wekî tê zanîn eve nêzîkî du salane Komara Tirkî bûyera Roboskiyê û kuştina mirovên Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ve bi mijûlkirin û sergirtin ve seranser berbi demên dirêj ve dibe. Bi vê biryarê jî xuyan dike ku hîna gelik salên dirêj dê bûyer bi vî rengî bi mijûlbûnê û bêhelwestiyê bête bihurandin.