Leşker mikur hat; Me nêzîkî 30 gundî şewitand

Leşker mikur hat; Me nêzîkî 30 gundî şewitand

Leşkerê tirk di mikurhatina xwe de gelek bûyerên ku ji aliyê Kurdan ve têne zanîn lê di warê dadweriyê de aşkere nebûyî aşkere kirin.

Betelyona me ya şewitandina gunda bû

Mikurkerê leşker yê tirk mikurhatina xwe da dadgerê Komarê ya Diyarbekirê Osman Coşkun û diyar kir ku di salên 1990 î de di nava betelyona ku gundan dişewitînê de cih girtiye. Kesê ku xwest navê wî nihênî bimîne diyar kir ku ji bo berpirsiyariyekî dem kin hatiye Amedê Hezro yê û weha mikur hat. „ Erkê ku ji bo batalyona me hatî dayîn şewitandina gundan bû. Di wê dema ku em li wira mayî de me li Licê, Hêne û Pasur ê nêzîkî 30 gundî şewitand. Dema em diketine gundan de fermandarên me leşker bi awayê 2-3 kes rêdikirin şewitandina malan, me digot em dê biçin mala em dê bêjine wan derkevin em dê mala we bişewitînin.

Leşkerê mikurker diyar kir ku him ji bo ewlekariya xwe, him ji bo ewlekariya malbata xwe ew naxweza ku navê wî bête aşkire kirin.

Erkê me şewitandina mala bû

„Min leşkeriya xwe di Supaya Rextkirî ya 66. Ya Stenbolê Betelyona 1. Ya amurên giran ya peyade de kir. Di sala 1994 meha sibatê de ji Batalyona 1. Bi dilê xwe hatim hilbijartin û bo navçeya Hezroya ser bi Diyarbekirê ve hatim hinartin. Serbatalyonê me Fermandar Ismail E bû cêgirê wî jî kesekî ku paşnavê wî nayê bîra min bi navê Elî bû. 3 Liq bi liqa fermandeyiyê ve 4 liq hatibûn. Nêzîkî 400“500 leşker hebû. Hejmar carcaran kêm û zêde dibû. Di wê dema ku em li wira mayî de girêdayî Amedê li Hezro, Licê, Hêne û Pasur ê me nêzîkî 30 gundî şewitand. Me digote gundiyan derkevin em dê mala we bişewitînin. Me derfet nedida wan ku tiştên xwe ji malê derxînin.”

Me gov û kadîn û axur tevlu ajelan dişewitandin

Dema ku gundî ji mal derdiketin jî ji ciyê ku herî zû agir bigriyê de me destpê dikir mal dişewitand. Me gov, kadîn û axur jî dişewitandin. Me li nava wan ne dinerî ka ajel têde hene an na. Ji ber ku dem kin bû me hema dişewitand û em derdiketin. Dema em di ketin gundekî di nava nîv demhijmêrê de me gund dişewitand û em derbasî gundê dîtir dibûn. Min tu mal ne şewitandin. Ji ber vê yekê jî Fermandar Elî ji min re digot“ Tu bi dilê xwe hatiye lê tu mala neşewitîne eve jî dide xuyakirin ku tu PKK yî, tu sîxurî ji bo vê tu bi dilê xwe hatiye.“ Wate ez ji bo ku dijî PKK şer bikim bi dilê xwe hatibûm.

Şandeya CHP bi Deniz Baykal ve bi hemî dakokiyan ve dîsan jî ji aliyê leşkeran ve hate astengkirin û nehiştin ku biçin ciyê bûyerê.

Cilên gundiya li leşkeran kirin û derxistin pêş weşangeriyê
Leşkerê mikurker bal kişand ser xaleke dîtir ya giring û diyar kir ku cilên gundiya li leşkerên ku bi Kurdî dizanin kirin û derxistin pêş rojnamevanan û bi wan dane gotin ku PKK gundên Licê şewitandine. Leşker vegotina xwe weha domand;
„ Piştî em çûne Hezro yê bi heftiyekê em derbasî Licê bûn. Ewder hatibûn valakirin, min kesek nedît. Fermandarê me digot „ Me bînayên erdhejê şanî bêşerefa dabûn me got ku biçin têkevin wan de kesek nehat.“ Wê rojê navgihînek tijî rojnamevanê biyanî hatibûn. Li nêzîkî ketina Licê ciyekî hatibûn rawestandin. Bo ketina Licê hatibûn astengkirin. Di batalyona me de 5-6 leşkerên ku bi Kurdî zanin hilbijartibûn û cilê gundiya li wan kiribûn. Ji cerdevanan jî 10-15 kes dabûne cem wan. 3-4 jî jin hebûn, ew jin ji ku anîbûn nizanim. Evana derxistin pêş rojnamevanên biyanî. Ji ber ku karê ewlekariya rêkê dabûne min ez li wira amade nebûm, min daxuyaniyên ji bo rojnamevanan bi çavê xwe nedît. Lê piştre li gorî ku min ji hevalên xwe bihîst hevalên ku bi Kurdî dizanin xwe ji gelê Licê dane naskirin û ji rojnamevanan re gotine ku PKK êrîş aniye ser Licê û şewitandiye. Ev gotin bi fermana fermandar ji rojnamevanan re gotibûn. Gelek şahidên vê bûyerê hene. Lê herçend min ji çend hevala re gotibe ku bila vegotina xwe bidin û bûyerê zelal bikin jî, lê dihizirîn ku eve dê xizmeta PKK bikê ji ber wê jî pêşniyara min ne pejirandin.

 

Rewanbej.net