Leşkerên girtî radestê şanda BDP kirin

Leşkerên girtî radestê şanda BDP kirin

Li navçeya Lice ya Amedê 2 jê astsûbay 4 leşkerên ku hatibûn desteserkirin bi navbeynkariya BDP’ê radestî Qeymeqamê Liceyê Tunahan Efendioglû û rayedarên leşkerî kirin.

Şevan din 2 jê astsûbay 4 leşkerên ku li Desta Fis ya girêdayî navçeya Liceya Amedê hatibûn desteserkirin, ji aliyê heyeta BDP’ê ya di nav de Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut û Mehmet Emîn Yilmaz heyî  li nêzî gundê Sîsê hatin wergirtin. Hate ragihandin ku, dê leşkeran li nêzî Qereqola Duru hevqetandina gundê Sîsê radestî Qeymeqamê Lice û rayedarên leşkerê bikin. Hate hînbûn ku, piştî leşker radestî heyeta BDP’ê kirin, 4 leşker bi telefonê bi qeymeqamê Liceyê re axivîne û derbarê tenduristiya wan a baş de agahî hatiye dayîn. Cihê ku hatibû diyarkirin, hate dîtin ku liv û tevgera leşkeran pir bû, her wiha ambulansek û wesayîtekî Jammer ya qutkirina sînyalan jî sewq kiribûn.

Piştî nîv demjimêrê heyeta BDP’ê Astsûbay Melîk Dîkyol, Astsûbay Hakan Ozer û Çawişê serleşkeran Ugur Sert ên li Fermandariya 49’mîn Tûgaya Piyade ya Bimotor ya Çewlikê peywirdarin û Çawişê serleşkeran Elî Akdemîr ê li Erziromê peywirdare li Qereqola Duru radestî Qeymeqamê Liceyê Tunahan Efendîoglû û rayedarên leşkerî kirin. Li vir kontrola tenduristî hate kirin û hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya wan başe. Heyeta BDP’ê jî piştî 4 leşker radest kirin ber bi Amedê ve ketin rê.

Li aliyê din jî nûçegihanên DÎHA’yê ên xwestin karwana ber bi Qereqola Duru ve diçe bişopîne ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Leşkerên ku li ser rê bi wesayîtên zirxî bend danîn destûr nedan derbaz bibin û bi hinceta “fermana Erdogan e” nehiştin derbaz bibin.

ANF