Leşkerên Tirk malbateke Binxetê gulebaran kirin

Leşkerên Tirk malbateke Binxetê gulebaran kirin

Şevîdî (07.03.2014) derdorê demhijmêr 22:00 yan li ser tixubê binxetê li gundê Qetranê ya ser bi Şirnexê ve gundiyan mirovên birîndar dîtin, li himber vê rewşê arîkariya wan kirin û ew radestî karmendên tendrustiyê kirin. Sê kesên birîndar ji bo nexweşxaneya Cizîrê hatine veguhestin. Malbata Kurd ya ku li ser Dêrikê ve derbasî Serxetê bûne û hatine gundê Qetranê diyar kirin ku wana ji ber şer reviyane û di tuxûb de jî ji aliyê leşkerên Tirk ve gule ser wan hatine reşandin.

Parlemenê BDP yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di nexweşxanê de serdana Kurdên birîndar ku ji binxetê hatî kir û li gel wan axifî. Sariyildiz di encama serdanê de diyar kir ku du jin û yek mêr di encama gulebaranê de birînar ketine û diyar kir ku di durya 10 gavan de bêyî hişyarîdan gule li ser wan hatine barandin û berpirsên vê bûyerê leşkerê tirkin. Sariyildiz diyar kir ku ev helwestekî nemirovane ye û dijminî ye. Sariyildiz diyar kir ku jineke ducan û sê zarok dikarîn bêne girtin lê gule ser wan hatine reşandin û eve ne helwestekî yasayîye jî.

Malbata ku ji aliyê leşkerên tirk ve hatî birîndarkirin vê sibê ji bo nexweşxaneya Amedê hatine veguhestin.

 

 

Rewanbej.net