Leyla Zana li Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne

Leyla Zana li Herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne

Parlamentera BDP Leyla Zana li herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne. Pişt hevdîtina doh ya li gel Serokê  Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro jî li gel cîgirê yekemê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resul Elî û Hêroxan Ehmed hevdîtin pêkanîn.

Leyla Zana doh li gel serokê Herêma KurdistanêMesûd Barzanî hevdîtinek encam da. Di hevdîtinê de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê hate guftûgo kirin û rêyên pêşxistina pêvajoya aştiyê hate şirovekirin.

Îro jî li bajarê Silêmaniyê cîgirê yekemê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resul Elî û bi amadebûna endama serkirdayetiya YNK Nermîn Osman pêşwaziya Leyla Zana kirin.

Di hevdîtinê de pêşveçûn û  bûyer û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê hate guftugo kirin. Cîgirê sekreterê giştiyê YNK Kosret Resul behsa proseya demokrasiyê ya li Herêma Kurdistanê kir.

Kusret Resul Elî di hevdîtinê de got: ”Em hêvîdarin di çarçoveya ev guherînên siyasî yên mezin ku li rojhilata navîn û navçeyê derketine pêş gelê Kurd jî li parçeyên dinên Kurdistanê bighên armancên xwe yên netewî û demokrasiyê.”

Her weha Leyla Zana  li gel Polîtburoya YNK û hevjîna Celal Talabanî, Xêroxan Îbrahîm Ehmed re jî hevdîtinek pêkanî.

Jêder Puk Medîa