LEZGÎN: Dijî endamên Kongreya Welatên Yekgirtî yên Emerîka êrîşa çekdarî

LEZGÎN: Dijî endamên Kongreya Welatên Yekgirtî yên Emerîka êrîşa çekdarî

Li Welatên Yekgirtî yên Emerîka êrîşeke çekdarî pêk hat. Vê carê êrîş dijî endamên Kongireya Emerîka pêk hat. Êrîşa çekdarî di kêliya dawî de bi heldana Polêsan ve bê encam ma. Lê belê li gorî gotinên Endamek ji yê Kongirê û armanca êrîşê Roger Williams da diyarkirin, eger ne ji polêsanbaye dê komkujiyek pêk hatibane. Endamên Kongrê bi leyistika Baseball (goka bi dar) dileyistin. 
Williams weha got; Diba ser 25 kesan ve bihata kuştin. 15 karmend em tevde 25 kes bûn li hola leyistikê. Ez û malbata xwe sipasiya polîsan Griner û Bailey dikin. 

Êrîşker endamê Konseyê Steve Scalise û sê kesîdî birîndar kirin. Di encama şer de êrîşker hate kuştin. 
Senator Bernie Sanders bi rengekî hişk hêrsa xwe ya bûyîn û neastengkirina êrîşa çekdarî diyar kir. 

Rayedar êrîşê wekî êrîşeke ne terorî binav kirin. Di weşanên Emerîka de hate diyarkirin ku êrîşker kesekî 66 salî bi navê James Hodgkinson e.