LEZGÎN; Kemanjenê Kurd hate kuştin

LEZGÎN; Kemanjenê Kurd hate kuştin

Kemanjenê Kurd yê navdar Zahid Birifkanî dihunê (22.03.2016) di mala xwe li Duhokê de kuştî hate dîtin.

Kemanjen, hunermend û muzîkjenê Kurd yê Navdar Zahid Birifkanî di encama dazanîna bo hêzên asayişê ji aliyê asayişa duhokê ve di mala xwe de kuştî hate dîtin. Ji aliyê rayedaran ve hate ragihandin ku termê di encama dazanîne de wana dîtî yê hunermendê Kurd Zahid Birifkanî ye.

Di encama vekolînê de aşkere bû ku beriya bi dîtina termê wî rojekê bûyerê rû daye û zahid Birifkanî di encama derba 10 kêran de hatiye kuştin.

Zahid Brifkanî Muzîkjenekî hilbijartî yê Kurd bû. Bo Gelek sitranbêj û Hunermendên Kurd derhênerî kiribû.