LEZGÎN: Li Misirê komkujî: 120 kes hatin kuştin

LEZGÎN: Li Misirê komkujî: 120 kes hatin kuştin

Li Misirê piştî Îna aloz îro danê sibê artêşê bi çekan gulle barand ser xwepêşanderên meydana Adeviyeyê û li gor agehiyan 120 kes hatin kuştin 450 kes jî birîndarin.

Rêxistina birayên misliman diyar kir ku hêzên ewlekariyê vê sibê gule barandiye ser alîgirên serok komarê berî Muhammed Mursî û di encam de 120 kes ahtine kuştin 450 kes jî birîndar bûne. Li meydana Rabaitul Adeviyê birîndar li erdê mane.

Rawêjkarê Birayên Misliman Cihad El Hedad diyar kir ku hêzên ewlekariyê raste rast gule barandine ser xwepêşanderan. El Hedad îdîakir ku leşker nahêlin ku birîndaran jî rakin nexweşxaneyan.

Di vê navberê de wezareta karê navxweyî jî diyar kir ku bi rêyên yasayî dê xwepêşandanên li Qahîreyê bi dawî bikin.

Ji aliyê din ve li gor nûçeyên ajansan li bajarên din yên Misirê jî xwepêşandan û pevçûn hene. Li gor agehiyan di pevçûnên Îskenderiyê de 7 kes hatine kuştin û hejmarek zêde yê birîndaran jî heye.

Piştî van rûdanan bala cîhanê carek din vegeriya ser Misirê

Rewanbej.net