LEZGÎN | Li Seyid Sadiq xwepêşandan berdewamin 1 kuştî 80 birîndar

LEZGÎN | Li Seyid Sadiq xwepêşandan berdewamin 1 kuştî 80 birîndar

Xwepêşandana navçeya  Seyid Sadiq berdewame.
Xwepêşandana navçeya Seyid Sadiq bi tundî berdewame, di encama van xwepêşandan û arîşeyan dihunê xortekî Kurd hatibû kuştin û 80 kes birîndar bûn. Sedama xwepêşandana wisan tê diyarkirin ku navçeya Seyid Sadiq bikevê ser bi Helepçe. Nişteciyên Seyîd Sadiq naxwazin ku Seyîd Sadiq bi parezgeha Helebçe ve bête girêdan. Ji ber vê boneyê di rojên dawî de xwepêşandan zêde bûn û pevçûna navbeyna xwepêşandana û hêzên ewlekariyê jî dijwar bû.
Îro di encama vê aloziyê de qeymeqamê qeza Seyid Sadiq Erkan Hesen dest ji kar kêşa.
Erkan Hesen ji bo televizyona Gelî Kurdistan ragihand û got; Xelk û hindek aliyê dîtir xortan dirêjin kolana, ji ber vê sedem û aloziyê jî min destjikarkêşana xwe radestî parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Edî em naxwazin xwîna zarokên Kurd birêje. Hesen got ku nîvê navçeyê di destê hikumetê de be jî nîvê dîtir di destê Yekgirtuyî Islamî de ye û Serokatiya Şaredariyê jî di destê wan de ye. Erkan Hesen got ku sedemên vê aloziyê tiştên dîtirin lê li cem gel hikumet wekî armanc tê nîşandan, û diyar kir ku hêvî dike Serokê Şaredariyê jî dest jî kar bikêşê. Erkan Hesen got ku qeza Seyid Sadiq li Encumena Parezgeha Silêmaniyê ser bi Tevgera Goran e, eger ku alozî û kêmasiyek hebê berpirsiyarî dikeve ser şanê wan de jî.

 

Jêder: Pukmedia