LEZGÎN | NATO li himber Rûsya bi lezgînî civiya

LEZGÎN | NATO li himber Rûsya bi lezgînî civiya

NATO – Konseya Rûsya, ji ber şirovekirina pêşketinên Ukrayîna li paytaxta Belcîka Brukselê civiya.
Di civînê de biryarên awarte hatin girtin. Biryar hate girtin ku dewra hevbeş ya deryayî bête rawestandin, civînên civakî û leşkerî yên asta jêrê bêne rawestandin û tevayî hevkariya kardarî jî diber çavan re bêne derbaskirin.

Li gorî pêşniyaza NATO yê konseya NATO-Rusya di asta balyozan da civiya û paşê jî biryarên civînê bi rêka Sekreterê Giştî yê NATO Anders Fogh Rasmussen ve bi rêka civîneka weşangeriyê ve hatine ragihandin.

Rasmussen diyar kir ku, rewşa Ukrayîna karîgeriyeka mezin li ser herêma Ewrûpa-Atlantik ya ewlekariyê û aramiyê dike û Rûsya desttêwerdana yeksaniya xak û desthilatiya Ukrayina dike û erkên xwe yên navnetewî jî binpê dike. Rasmussen diyar kir ku NATO biryar girtiye ku di vî warî de biryarên lezgîn bigre û ev gavana bi vî rengî rêz kirin; Hevkariya NATO-Rusya ya deryayî ku ji bo pêkvebûna keçtiya emerîkî bi navê -Cape Ray- ku ji bo kêmkirina çekên kîmyayî yên Surî hatiye hinartin bête rawestandin. Civînên civakî û leşkerî ku di asta rayedaran de dihatine meşandin bête betalkirin û tevayî hevgirtina NATO-Rûsya di ber çavan ve bête derbaskirin.

Rasmussen diyar kir ku ev pêngavana peyameka vekirî ji bo Rûsya dihinêrin û ewana rêka danûsitandina siyasî dixwazin vekirî bihêlin.

Sekreterê Giştî yê NATO di dawî de diyarkir ku ewana dê çonayetiya leşkerî ya Ukrayîna û asta wan ya perwerdeyê û gelik şêwazên dîtir yên bihêzkirina artêşê zêde bikin.

 

Rewanbej.net