LEZGÎN: Salih Muslim ji bo hevdîtinan hate Stembolê

LEZGÎN: Salih Muslim ji bo hevdîtinan hate Stembolê

Serokê PYD Salih Muslim bi serdaneke suprîz gehişte bajarê Tirkiyê Stembolê.

Li gor nûçeya NTV’yê Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk ya Rojava Salih Muslim bi serdanekê fermî gahişte Stembolê. Muslim evro di demjimêr 16.30’an de bi firokek taybet ji Hewlêrê hate Stembolê.

Li gor agehiyan dê Salih Muslim du rojan li Stembolê bimîne û hind hevdîtinan encam bide.

Hate gotin ku dê Muslim li Tikiyê bi berpirsên îstîxbarata Tirkiyê MİT’ê re hevdîtinan bike.

Hêjayê gotinêye ku dewleta Tirk li beramber daxuyaniyen PYD yên xweseriyê daxuyaniyên tund dabûn û wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmed Dawutoxlu di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kiribû ku ew pesend nakin ku li Suriyê Kurd herêmekê xweser ava bikin û ev dê bibe egera perçebûna Suriyê. Dawûdoxlû gotibû ku heta niha wan du caran di gel di gel PYD’ê hevdîtin kirine.

Di demeke wesa de ku li Rojava şer û pevçûnên di navbera YPG’ê û rêxistina El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê dijwar dibin û dewleta Tirk aşkira piştgiriya El Nusra dike, serdana Muslim ya Tirkiyê balkêşe.

Rewanbej.net