Li Almanyayê ji bo Rojava meş

Li Almanyayê ji bo Rojava meş

Êrîşên komên çekdar yên El Qaîde yên li dijê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Berlîna Almanyayê jî bi meşekê hete şermezar kirin. Bi hezaran kes beşdarê meşê bûn.

Meş ji aliyê Meclîsa Gel a Rojava û Meclîsa Gel a Demokratîk a Berlîn ve hate organîzekirin li qada Hermenplatz pêk hat. Saziyên weke ATÎF, DÎDF, Înîsiyatîfa Her Cih Taksîm, Her Cih  Berxwedana Berlîn, Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK), Dergeha Dayik Fatma, Partiya Çep, Komîteya Piştevaniyê ya Kurdistan a Berlînê jî piştgiriya meşê kirin. Xwepeşander  5 kîlometreyan meşiyan.

Di meşê de dr. Nicks Brauns li ser navê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê axivî da xuyakirin ku Şoreşa Rojava ji bo mirovatiyê xwedî cihekî girîng e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dewletên Ewropî û di serî de Elmanya ya çekan difiroşe Tirkiye, Katar û Arabîstanê  li hemberî van qetlîaman bêdengiya wan mirovan dide fikirandin.

Paşê li ser navê  Meclîsa Gel a Rojava Dr. Gundi Dilberz ev xusûs dan diyarkirin: “El Qaîde  dijminê tevayî mirovatiyê, nasnameyan û baweriyan e. Lewma piştgiriya ji Rojava re piştgiriya ji mirovatî, aştî û demokrasiyê re ye.”

Meş  li  Qada Oranîenplatz a Semta Kreuzberg bi mîtînga hat lidarxistin bi dawî bû.  Di mîtîngê de ku ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyeke rêz hat girtin nûnerên CÎK DÎDF û Dergeha Dayik Fatma axivîn û piştgiriya ji bo Rojava anîn ziman.

Jêder ANF